4 penagehên PKKê hatin îmhakirin
Li navçeya Qabilcewza Êlihê 4 penagehên aîdî PKKê hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin piştî îstîxbarata ku hat wergirtin re li çoltera Qabilcewza Êlihê li dijî PKKê operasyon hatin destpêkirin. Di encama operasyonan de li 4 heremên cuda 4 penagehên aîdî PKKê hatin tespîtkirin. Penagehên ku hatin tespîtkirin digel tiştên di nav wan de hatin îmhakirin.(ÎLKHA)