• DOLAR 32.555
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2422.393
  • ...
"Pêwîst e dersên dînî yên bijarte bibin mecbûrî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Îkra-Derê Murat Arslan di derbarê dersên wekê Qur’ana Pîroz, Jiyana Hz Muhammed (as) û Dersên Bingehî yên Dînî di dibistanan de wek bijarte tê xwendin de nirxandin kir. Arslan diyar kir pêwîst e ku dersên dînî yên bijarte bibin mecbûrî.

Arslan diyar kir ku di dibistanan de dersê Çanda Dînî û Exlaqnasî ne kafî ye. Ji ber vê yekê wî wek tawsiye destnîşan kir bila xwendekar dersên wekê Qur’ana Pîroz, Jiyana Hz Muhammed (as) û Dersên Bingehî yên Dînî bineqînin.

Arslan diyar kir divê ev dersên ku ji bo derûnî û manewiyata xwendekaran baş e di şûna bijarte de mecbûrî bibe. Dûvre Arslan wiha pê de çû: “Dersa Çanda Dînî û Exlaqnasî di mifredata perwerdehiya neteweyî de di heftê de 2 saet tê xwendin. Gor em ji bo derûnî û manewiyata xwendekaran 2 saet ne kafî ye. Tabî em dixwazin ku ev dersên Qur’ana Pîroz, Jiyana Hz Muhammed (as) û Dersên Bingehî yên Dînî yên wek bijarte tên xwendin bibin mecbûrî. Mixabin ev ders wek bijarte tên xwendin û tercîh jî gor daxwaza xwendekarê çêdibe. Heke weliyên xwendekaran di derbarê vê yekê xwedî hest nebin ji teref xwendekaran ve bi şiklekî nezan dersên din tên hilbijartin.”

“Dersa ku di dibistanan de wek Çanda Dînî û Exlaqnasî tê xwendin ne kafî ye”

Arslan bal kişand ku hesesiyata civakê zêde bûye. Dûvre Arslan wiha axivî: “Ji bo ku civak ji nû ve were îhyakirin, nifşekî bi selamet çêbe û civakekî xwedî nirxên zêde yên manewî em mihtacê nifşekî xwedî tendirustî ne. Ev yek jî bi nifşekê ya ku bi nirxên dînî perwerde dibînin mimkûn e. Dersa ku di dibistanan de wek Çanda Dînî û Exlaqnasî tê xwendin ne kafî ye. Di derbarê vê yekê de em bang li weliyan dikin ku xwedî hest bibin. Hest û hesesiyeta di derbarê dersên bijarte de zêde dibe. Dema ku mirov civakê bi civakên salên din re muqayese dikin hesesiyet zêdetir bûye. Di derbarê vê yekê de ji bo pêşeroj gav tê avêtin. Roj bi roj dersên ku tên bijartin bi taybet dema ku li Qur’ana Pîroz, Jiyana Hz Muhammed (as) mêze dikin ev din av dersên ku herî zêde hatine neqandin in. Temeniya me ew e ku ev bibin mecbûrî. Lewra divê ku her Misliman jiyana Hz Muhammed, Qur’ana Pîroz û Dersên Bingehî yên Dînî wek ders werin hilgirtin.”

“Divê ku mifredat gor nirxên manewî yên civakê were amadekirin”

Arslan anî bibîranîn mifredata nû hatiye amadekirin çend roj berê di raya giştî de dihat nîqaşkirin. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Em dema ku îmkan dibînin di her platformê de destnîşan dikin pêwîst e ku mifredata hevotin û hînkirinê bi şiklekî çêtir were amadekirin. Divê ku mifredat gor nirxên manewî yên civakê were amadekirin. Em dibînin ji bo ku dersên wekê Sîyer, Qur’ana Pîroz bibin mecbûrî rêvebir çi hewce dike nakin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir