• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Di dersên bijarte de hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tercîhên dersên bijarte yên li dibistanên navîn û lîseyê roja înê bi dawî dibin. Numan Şerkerê Serokê Şaxa Bûrsayê yê Egîtîm-Bîr-Senê di derbarê mijarê de nirxandinan kir. Şeker di nirxandina ku kir de destnîşan kir bila welî bibin taqîbkerê dersên bijarte yên zarokên.

“Di dersên bijarte de hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin”

Şeker di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin û dû re wiha pê de çû: “Em dizanin hinek mamoste û îdarevan  bi îdeolojîk tevdigerin û di warê hilbijartina dersên bijarte de berê xwendevanan didin dersinan din. Ji teref weliyan ve giliya vê yekê ji me re tê kirin.Wek mînak weliyek dibêje ‘ez dixwazim zarokê min ê li pola 6-7an dersa Qur’ana Kerîm bihilbijêre.’ Lê îdarevanê li wê derê jê re dibêje ‘me dersên bijarte eyar kir’ an jî dibêje ‘divê ev bên bijartin, mamosteyên van dersan tuneye. Di îmtîhana TEOGê de dê dersa Qur’anê dernekeve. Ji ber wê yekê dersên matematîk û yên din bihilbijêrin.’ Ev helwest bi temametî çewt e, divê li gor daxwaza weliyan ders bên hilbijartin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir