Li 7 bajaran operasyona FETO: 26 kes hatin binçavkirin
Di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê de li 7 bajaran operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 26 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê de Hatay wek navend li 7 bajaran operasyon hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 26 kes bi binasiya ku ByLockê bikar anîne hatine binçavkirin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin Hatay wek navend li bajarên Osmanîye, Edene, Kayserî, Îzmîr, Stenbol û Bursayê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 26 kes bi binasiya ku ByLockê bikar anîne hatine binçavkirin. (ÎLKHA)