Ji FETO û PKKê 4 kes hatin girtin
Di operasyonên ku li Êlihê li dijî FETO û PKKê hatin kirin de 4 kesên şikdar hatingirtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hatiye dayîn hat ragihandin Êlih wek navend di operasyonên ku li Dîlok, Semsûr, Riha û Konyayê li dijî FETO hatin kirin de 7 kes hatin binçavkirin.Ji van 7 kesan 3 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin li Êlihê di operasyona ku li dijî PKKê hat kirin de kesekî bi navê F.E. hat binçavkirin û ji teref mehkemê ve hat girtin. (ÎLKHA)