• DOLAR 32.568
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2491.435
  • ...
 "Ev bû çend sal ku hesret mane di nav nivînan de razin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nuor Alhoda (15), Ghena ( 10) û Leen Ghazal (7) ên qîzên malbata ku ji ber şerê Sûriyê ya navxweyî koçî Bûrsayê kirin di bin şert û mercên giran de dijîn. Ev her sê xwişk ji ber ku di lêvên wan de nexweşî heye dema ku nefesê distînin  zehmetiyê dikşînin. A niha xeyala herî mezin a van her sê xwişkan razana di nava nivînan de ye.

Bav Saît Batal ji ber ku zêde qelew e û çavekî wî baş nabîne nikare ji xwe re kar peyde bike. Her sê xwişkên ku malbatên wan feqîr û jar in li benda alîkariya ku dê ji wan re bên kirin in.

 “Tu kes min naxe nav xwe”

Leen Ghazal Batal di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber nexweşiya wê tu kes wê naxe nav xwe û tinazên xwe pê dikin. Batal dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez heftiyekê çûm mektebê, lê ji ber ku henekên xwe bi min kirin ez mecbûr mam ku dev ji mektebê berdim. Ez jî wek wan qîzên din dixwazim mektebê bixwînim. Dixwazim delal bibim. Dema ku ez diçûm mektebê kesên ku li parqê dilîstin tev henekên xwe bi min dikirin.”

 “Ez hesret mam nivînên xwe deynim û razim”

Ghena  Batal jî di derbarê nexweşiya xwe de destnîşan kir  ew ev bi salan e ku rûniştî radize  û dema ku xwarinê dixwî zehmetiye dikşîne. Batal dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di pozê min de jî mişkîle heye. Ez jî dixwazim bibim wek wan qîzên din. Dema ku ez diçim mektebê zehmetiyê dikşînim. Lewra hevalên min tinazên xwe bi min dikin. Lê dîsa ji bo tiştinan hîn bibim ez diçim mektebê. Ez dixwazim ameliyat bibim û baş bibim. Ez hesret mam nivînên xwe deynim û razim.”

 “Ji ber ku em birane em alîkariyê teleb dikin”

Nuor Alhoda Batal jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku temamê Mislimanan birayê hev in ew alîkariyê teleb dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez jî dixwazim ameliyat bibim. Dema ku ez derdikevim derve, diçim mektebê, diçim parqê tinazên xwe bi min dikin. Ez jî dixwazim bibim wek wan qîzikên din. Em tev bira ne, ez ji birayên xwe alîkariyê teleb dikim.  Ez tenê ji bo ameliyatê alîkariyê dixwazim.”

“Ez dixwazim dema ku ez keniyam bila dinanên min xuya bikin”

Nuor Alhoda di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew hesret maye ku dirêjkirî raze û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez xwarinê dixwim zehmetiyê dikşînim. Ez jî dixwazim wek wan însanên din xweşik bibim. Ez dixwazim dema ku ez keniyam bila dinanên min xuya bikin. Êdî ez naxwazim xwe ji însanan veşerim. Li nav nivînan razan bûye xewn û xeyala min a herî mezin.”

 “Dema ku ez halê qîzên xwe dibînim xew nakeve çavên min”

Bav Seît Batal di derbarê rewşa qîzên xwe de destnîşan kir ew ji bo qîzên xwe bide ameliyatkirin mala xwe firotiye lê ew pere têra ameliyatê nekiriye. Bav dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku hinek kes ji me re bibin alîkar em ê pir kêfxweş bibin. Zarokên min dixwazin ameliyat bibin.  Ez ji bo xwe tu tiştî naxwazim, bes ku bila zarokên min karibin di nav nivînan de razin. Zarokên min rûniştî radizin. Dema ku ez halê qîzên xwe dibînim xew nakeve çavên min. Ez dîsa ji halê xwe re şikir dikim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir