• DOLAR 32.371
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Diya Edîb Gumuş ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Goze Gumuşa 91 salî ev bû 4 sal ku ji dest û piyan bûbû li Diyarbekirê li ba lawê xwe dima di wextên şeveqê de ji ber ku nexweşiya wê zêde bû wefat kir. Goze Gumuşa ku rehmet kir diya Edîb Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah bû.

Cenazeya Gumuş piştî karên li Diyarbekirê  wek konvoy anîn Êlihê. Cenaze li Goristana Asrî ji teref hezkiriyên wê ve digel selewatan ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin.

Mela Enwer Kiliçarslanê ji alimên navdar ên heremê  piştî definkirinê li goristanê axavtinek kir. Kiliçarslan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  gelek xizmetên merhumeyê ji Mislimanan re çêbûye.

Nazliye Tekîna qîza merhûme Goze Gumuş jî diyar kir ew ji wefata diya xwe xemgîn in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Diya min pir comerd bû û xwediyê exlakeke baş û xweş bû. Ji Xweda re şikir em ji diya xwe razî bûn. Min her tim ji diya xwe pirsa birayê xwe Edîb dikir.  Diya min her tim ji birayê min re dia dikir. Dema ku birayê min di hepsê de bû serê mehekê diçû ziyareta wî. Dema ku wî dîdit pir kêfa wê dihat. Lê piştî hîcreta birayê min roj bi roj heliya. Diya min berî ku birayê min bibîne rehmet kir. Ev kul û hesret di dilê wê de ma.”

Nebahat Sutçuya xwişka biçûk a Edîb Gumuş e jî diyar kir piştî ku kekê wê ji hepsê derket re qet wî nedîtiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku ew çû re diya min perîşan bû. Dema ku di hepsê de bû carinan  diya min kekê min didît, lê ev 17 sal e me wî rasterast nedî. Xweda heqê me ji wan kesên ku bûne sebeb re nehêle.”

Hat ragihandin malbata Gumuş taziyeyan li Mala Şînê ya Mizgefta Eydê ya li Taxa Ramanê qebûl dikin.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir