• DOLAR 32.392
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2324.16
  • ...
Dayik digel zarokên xwe kefxweşiya hînbûna Qur'anê dijîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hezoya Êlihê li înşaata Mizgefta Hz. Zeynelabîdîn ji bo taxiyan qursa Qur’anê hat vekirin. Li taxê hinek kes zarokên xwe dişînin û hinek kes jî digel zarokên xwe tên qursê û hewil didin Qur’ana Kerîm hîn bibin.  Dayik û qîzên wan ên ku ji bo dersa Qur’anê tên mizgeftê a niha kêfxweşiya fêrbûnê dijîn.

Di derbarê mijarê de dayikên bi navê Seyhan Cîdan, Reyhan Bas, Mulkiye Aydogdu û Gulhan Abay hest û ramanên xwe û her wiha kêfxweşiya xwe ya digel qîzên xwe hînbûna Qur’anê anîn zimên.

“Em digel zarokên xwe Qur’anê hîn dibin”

Seyhan Cîdana ku diyar kir ew digel qîza xwe ya 12 salî tê qursê di derheqê mijarê de wiha axivî: “ Ji ber ku qursa Qur’anê hat vekirin em kêfxweş bûn. Em li vê derê Qur’anê hîn dibin. Zarokên me di biçûkayiya xwe de dest bi nimêjê kirin. Xoceyên me dersa Qur’anê û yên dînî didin zarokên me.”

“Eşqa xwendina Qur’anê her tim di dilê min de bû”

Reyhan Basa ku diyar kir ew cara ewil dersa Qur’anê distîne û ev yek jî wê kêfxweş dike. Bas dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez digel qîza xwe ya 15 salî têm qursê.  Eşqa xwendina Qur’anê her tim di dilê min de bû. Xweda qurseke wisa kir nesîbê me. Ji ber ku qurs vebû em gelek kêfxweş bûn. Em ji bo eşqa Qur’anê dev ji karê xwe yê malê berdidin û tên vê derê Qur’anê hîn dibin. Min heta niha tu tişt nexwandibû, ji îro pê ve ez dixwazim temamê xweşikayiyên Îslamê hîn bibim.”

 “Digel eşqa hînbûna Qur’anê em kêfxweşiyê li vê derê hîs dikin”

Mulkiye Aydogduya ku digel qîza xwe ya 6 salî tê qursê di derbarê mijarê de destnîşan kir digel eşqa hînbûna Qur’anê em kêfxweşiyê li vê derê hîs dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me zen dikir ku em Qur’anê rast dixwînin, lê xocayên me çewtiyên me nîşanî me dan. Em gelekî xweşik dersa tecwîdê li vê derê distînin.”

Gulhan Abat jî di derbarê şfêrbûna Qur’anê de hest û ramanên xwe anî zimên û destnîşan kir dema ku ew Qur’ana Kerîm dixwîne bêhna wê derdikeve.

Elsînet Goçmena Xocaya qursê ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir piştî ku pîrek ilm tehsîl kir re malbat zêdetir xweşik dibe û ji ber vê yekê ew hewil didin perwerdeyeke xweşik bidin malbatê. Goçmen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niyeta me xweşikkirina civaka me ye. Ji ber vê yekê em li vê derê temamê dersên Îslamî didin.”

Di derheqê mizgefta ku înşaata wê nîvrê maye de M. Zekî Işik destnîşan kir ji bo mizgeft bê temamkirin ji alîkariya xêrxwazan re îxtîyac heye û wiha pê de çû: “Ji bo temamê mizgeftê bê xelaskirin ji 400 hezar lîre îxtiyac heye.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir