Di nava du malbatan de lihevdan: Miriyek 2 birîndar
Li Dîlokê di naveyna du malbatên cîran de lihevdan derket, di encama lihevdanê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Şahînbeya navçeya Dîlokê di naveyna malbatên Guneş û Şahbudakê ku tê diyarkirin bi hisûmet bûn de pevçûn derket û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de Muzafer Şahbudak, N.K., û Î.H.G. birîndar bûn.
Muzafer Şahbudakê ku rakirin nexweşxanê digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin R.Ş. û N.G.yê tevlî pevçûnê bûne hatine binçavkirin.(ÎLKHA)