Li Elbabê eskerek jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin li El-Babê di bergeha Hareketa Mertala Fêratê de di dema paqijkirina mayinan de mayin teqiya, di encama teqînê de eskerek jiyana xwe ji dest da û 2 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji teref Sererkaniya Giştî ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin li El-Babê di dema paqijkirina mayinan de ji ber ku mayin teqiya eskerek jiyana xwe ji dest da û 2 esker jî birîndar bûn.
Hat hînbûn eskerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê Kilîsê.(ÎLKHA)