• DOLAR 32.604
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2496.757
  • ...
Muntesîbê herî dawî yê karwana pîroz ê Sibatê: Omer Abdurrahman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di meha sibatê de gelek kesayetên ku Umeta Îslamê wan perwerde kiriye yan bûne hedefa kafir û zaliman an jî ber piştî micadele û tekoşîna çendîn salan a ku kirine ji pê û lingan ketine û dûvre çûne rehma Xweda. Ji wan yekî jî muntesîbê herî dawî yê karwana pîroz ê Sibatê Omer Abdurrahman e.

Şêx Omer Abdurrahmanê ku di nav kesên ku bi can û xwîna xwe sir û seqema Sibatê dane sekinandin cî girtiye wek berpirsyarê êrîşa ku di sala 1993an de li Navenda Ticareta Dinyayê ya li New Yorkê hat lidarxistin hat hesibandin. Ji ber vê yekê jê re cezaya sermadî hat dayîn û ev 23 sal bû ku di bin şert û mercên giran de li DYEyê di girtîgehê de girtî bû.

Şêx Abdurrahman piştî ku Donald Trump rêvebiriya DYEyê qezenc kir û bû serokê welêt bi şert û mercên zor û dijwartir re rû bli rû ma. Di axavtina herî dawî ya ku bi malbata xwe re kiribû de jî diyar kiribû ku rêvebiriya girtîgehê dest daniye ser radyoya ku wî bikar tanî û dermanên wî jî nadine. Ji ber vê yekê rewşa wî xerabtir bûye û dibe ku ev axavtina wî ya herî dawî bibe.

Şêx Omer Abdurrahman jiyana wî di tekoşîn û micadeleyê de derbas bû û çendîn caran di zindanên Misrê de wek mehkûm hatiye girtin. Her wiha Şêx ji ber ku ji kuştina fîrawûnê Misrê Enver Sedat re fetwa dabû dihat darizandin. 23 salên herî dawî yê jiyana Şêx di zindanên DYEyê de derbas bû.

Dema 10 mehî bûye çavên xwe ji dest daye

Omer Abdurrahmanê ku jiyana wê di xebatên Îslamî de derbas bû 3ê Gulana sala 1935an de di el Cemaliyyeya girêdayê navenda el Menzîleya wîlayeta Dekahlîyeya Misrê de hatiye dinê. Şêx hêj dema 10 mehî bûye çavên xwe ji dest daye. Şêx dema 5 salî bûye di Medreseya Kurên Nur de dest bi perwerdehiya xwe kiriye. Dema 11 salî bû Qur’ana Pîroz ji ber kiriye. Dûvre piştî perwerdehiya xwe ya 10 salî diplomaya dibistana yekemîn û lîseyê ya El-Ezherê distîne. Piştî perwerdehiya xwe ya Lîseyê di Fakulteya Usûluddînê ya Zanîngeha Ezherê de perwerdehiya xwe dixwîne. Şêx piştî perwerdehiya xwe ya 15 salî di sala 1956an de bi teqdîra Şerefê mezûn dibe. Şêx dixwest ku di Zanîngeha El-Ezherê de bibe erkedarê hîndekariyê. Lê ji ber ku wê salê ji bo vê yekê tayîn tunebûye di bergeha Zezîrtiya Vakifan de di herêmekî wîlayeta el Feyyumê de wek mela tê tayînkirin.

Şêx, him melatî dikir û him jî perwerdehiya xwe didomand. Şêx di heyama melatiyê de li Misrê bit eza xwe ya bi navê “Mehên Heram” dîploma xwe ya mastirê sitand.

Teqîbata îstîxbarata Misrê dest pê dike

Şêx Abdurrahman piştî ku perwerdehiya xwe ya mastirê qedand wek waîz hat tayînkirin û mizgeft bi mizgeft zivirî qala Îslamê dikir. Şêx Abdurrahman di sala 1968an de wek asistan hat tayînkirin û xebatên xwe yên di mizgeftan de jî domand. Di xutbe û weazên xwe de rejîma Misrê rexne dikir. Ji ber vê yekê di heyama Cemal Abdunnasir de yekîneyên îstîxbarat û ewlehiyê dest bi teqîba wî kirin. Piştî xutbeyên ku dida tim û tim ji bo ku îfade bide gazî wî dikirin. Rojekî Şêx di derbarê teqîbatê de wiha axivîbû: “Dema ku ez di xutbeyên xwe de qala fîravunê dikir rêvebirên hikûmetê zen dikirin ku ez bi van xutbeyan Abdunnasrê qest dikim. Dûvre rexneyên min ên li dijî rêvebiriya Abdunnasir roj bi roj zêde bûn. Piştî vê yekê gazîkirina min a li ewkehiyê jî zêde bû. Di dawî de li Ezherê gazî min kirin. Dema ku ez bi sekreterê giştî yê zanîngehê re axivîm wî diyar kir ku dê mehaneya min bidin min lê min ji wezîfê dûr xistine. Piştî vê yekê min fêm kir ku muemeleyên cezaî ya di cepheya leşkeran de derbasê cepheya siwîlan bûye.”

Fetwaya ‘nimêja cinazeya Abdunnasrî nayê kirin’

Şêx Abdurrahman piştî demekî dirêj ji wezîfeya xwe ya zanîngehê re hat îadekirin. Xutbedayîna xwe ya di mizgeftan de carinan eşkere û carinan jî ji dizîka ve domand. Şêx dema ku Abdunnasr mir diyar kir ku kirina nimêja cinazeya Abdunnasirî ne caîz e û wan ji cinazê kir. Ji ber vê yekê Şêx hat girtin. Şêx 8 meh di zindanan de ma. Dûvre ji ber dozên ku di derheqê wî de hatin destpêkirin çend carên din jî hat girtin.

Piştî ku Şêx ji zindanê derket wê ji wezîfeya wî ya li zanîngehê avêtin. Şêx dûvre wek mamoste di lîseyekê ya ku li bajarê Mînyeyê ye de dest bi xebatê kir. Şêx ji bo ku bi tu kesî re hevdîtin neke tim û tim ji teref rêvebiriya lîseyê ve hat tehdîtkirin. Lê digel vê yekê Şêx xebatên xwe domand. Di vê heyamê de jî teza xwe ya doktorayê wek bi dizîka qedand. Şêx heftê 2 rojan diçû Fakulteya Usulu’ddînê ya li Feyyumê da ku teza xwe ya doktorayê biqedîne. Bi alîkariya dekanê fakulteyê digel hemî midaxaleyan Şêx teza xwe ya mijara “Helwesta Qur’ana Pîroz a li dijî dijminan a di Sureya Tovbeyê de” qedand. Lê ji ber ku îstîxbaratê beriya vê yekê girt Şêx wek asîstan nehat tayînkirin. Piştî ku rêvebiriya Zanîngehê ji vê yekê re îtiraz kir Şêx di sala 1973yan li zanîngehê dest bi dayîna dersê kir û vê yekê heta sala 1977an domand. Piştî ku Erebîstan ji Şêx re dawet şand da ku di Zanîngeha Rîyadê de ders bide. Şêx vê davetê qebûl kir û di Kullîyetu’l Benatê de (Fakulteya Qîzan) dest bi dersê kir. Dûvre di sala 1980yan de vegeriya Misrê.

Ji mirina Enver Sedatî wî berpirs dîtin

Şêx piştî ku hat Misrê di derheqê wî de fermana firtinê hat dayîn. Şêx ji ber mirina Enver Sadat di sala 1981an de di Mehkemeya Ewlehiya Dewletê ya Leşkerî de wek Emîrê Cemaeta Îslamî hat darizandin. Di fetwaya ku dabû de ji ber navê Enver Sadat nedabû ji hemî sûcan beraet kir û di 2yê Îlona sala 1984an de hat tahliyekirin.

Şêx Abdurrahman piştî ku hat tehliyekirin salekî cezaya mayîna di malê de jê re hat dayîn û di sala 1985an de ji nû ve hat girtin. Dûvre di heman salê de hat serbestberdan lê zextên ku lê dihatin kirin didomiya.

Çû Efxanîstanê

Şêx Abdurrahman di sala 1980yan de çû Efxenîstana ku li wir berxwedana li dijî îşqala Sovyetan dihat dayîn. Şêx li wir bi Abdullah Azzam û Usame Bîn Ladîn re Mektebul Hadamatê (Buroya Xizmetê) ava kir. Li vir wan dildarên ku ji biçin cepheyê perwerde dikirin. Dûvre Şêx gazî her du lawên xwe kir da ku ew jî di cepheya li Efxenîstanê de şer bikin.

Aburrahman piştî ku di sala 1989an de çû Misrê li wir hat girtin û di demekî kurt de hat serbestberdan. Di sala 1990an de çû Siûdî Erebîstanê. Ji ber ku Siûdî Erebîstanê wî pqebûl nekir Şêx berê xwe da Sudanê. Ji wir jî çû DYEyê û li vir jiyana xwe domand. Şêx xebatên xwe li DYEyê da destpêkirin. Dûvre di welatên wekê Fîlîpînler, Swîsre, Almanya, Îngilîstan, Swêd, Danîmarka û Kanadayê konferans da. Ev xebat DYEyê aciz kir.

Ji zindanên Misrê derket ket zindanên DYEyê

Îstîxbarata DYEyê dest bi teqîbata Şêx Abdurrahman kir. Lewra wî wek tehdît didît. Ji ber vê yekê dema ku wî li ciyê ku Navenda Ticaretê ya li New Yorkê hatibû bombebarankirin dît. Û bi binasiya ku wî vê emrê bombebaranê kiriye di sala 1995an de hat girtin.

Her wiha Şêx Abdurrahman bi banisiya ku Serokê Dewleta Misrê Husnu Mubarek hatiye kunştin hat sûcdarkirin cezaya sermedî jê re hat dayîn.

Bi sendelyeya bi tekerlek cezaya hucreyê jê re hat dayîn

Şêx Abdurrahman ji xeynî ku çavên wî nabîne dûçarê nexweşiyên cûr bi cûr bibû. Ji ber vê yekê carinan wek protesto dimaniya pirçî.

Şêx ji ber ku êdî nedikariya hereket bike bi sendelyeya bitekerlek di hucreyê de hat cezakirin. Şêx di nameya ku nivîsîbû de wiha diyar kiribû: “Şertên girtîgeha ku ez tê de me pir xerab e û ez pirr zeîf bûme. Di derbarê azadbûna dînî û îbadetê de tiştên ku dixwazin ji bilî ve neheqî ye. Ez ji Cotmeha sala 1995an pê ve girtîme. Min nimêja înê nekiriye. Heta min bi cemaet qet nimêj nekiriye.

Çendîn meh e ez nikarim por û neynikên xwe bibirim. Tu kes tune ku ez pê re biaxivim. Piştî ku hucreya min ji herkesî re hat asêkirin ne dihêlin ez bi yên din re têkevim têkiliyê û ne jî kesek heye ku ez pê re Erebî bi axivim. Ez bişev û roj bi vê şiklê me. Ev çi zilm û tenêmayî ye. Gelo ev mafên însanan a wan a ku her roj didin weşandin û kovaran ji vê yekê dadigirin e?”

Şêx Abdurrahmanê ku 23 sal bû di şert û mercên zor û zehmet di zindanên DYEyê de dihat girtin piştî rêvebiriya ku Donald Trump qezenc kir ji ber ku dermanê wî nedanê rewşa wî xerabtir bû û di 18ê Sibatê de wefat kir. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir