"Zîreat her cûr alîkariyê heq dike"
Serokê Giştî yê Odeyên Zîreatê yê Tirkiyê Şemsî Bayraktar destnîşan kir zîreata ku di demsela zivistanê de 4,8 û di demsala havînê de jî 5,8qada îstîhdamê ye gelek zêde alîkarî û destekê heq dike
Zîreat rêjeya bêkariyê dadixe
Serokê Giştî yê Odeyên Zireatê yê Tirkiyê Şemsî Bayraktar di daxuyaniya ku da de destnîşan kir li Tirkiyê ji mişkîleyên herî mezin yek jî bêkarî ye û ev yek nexasim li ser xortan dibe sedema tesîreke neyînî. Bayraktar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zireat ji bo bêkaran qada îstîhdamê ye. Di navbera demsalên havîn û zivistanê de di warê îstîhdamê de nêzî milyonekê ferq heye. Zireat bêkariyê di meha çile û îlonê de 1,9 di meha sibat û adarê de 1,8 di meha nîsanê de 1,7 di meha hezîranê de 2 di meha tîrmeh û cotmehê de 2,3 di meha tebaxê de 2,4 puan kêm kir. Li gor reqemanên herî dawî yên meha kanûnê rêjeya bêkariyê bi wesitaya zireatê ji 14,1an daketiye 11,8an.”
“Ji ber vê yekê zîreat her cûr alîkariyê heq dike”
Bayraktar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir zireat dê her tim bibe deriyê îstîhdamê û wiha pê de çû: “ Heta ku pîşêsazî baş pêş ve biçe zireat dê her tim bibe deriyê îstîhdamê. A niha ji 4 behran 3 behrê îstîhdamê di warê zireat û sektorên zireatê de tên kirin. Ji ber vê yekê zireat her cûr alîkariyê heq dike.”(ÎLKHA)