Li Kolombiyayê teqîn: Yek mirî, 24 birîndar
Li Bogotaya payîtextê Kolombiyayê teqîn çêbû. Di encama teqînê kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.
Li Bogotaya payîtextê Kolombiyayê di derdora qada gulaşa boxeyan de teqîn çêbû. Di encama teqînê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer gor saeta mehelî di derdora 11.40an de çêbûye. Piştî teqînê gelek polês û tîmên tendirustiyê çûne qada teqînê.
Dûvre hat destnîşankirin ku di encama teqînê de polêsê bi navê John Herrera jiyana xwe ji dest daye û 23yê wê polês bi tevahî 24 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)