• DOLAR 32.532
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2440.426
  • ...
 "Divê bernameyên zewacê yên dijraberê nirxên Îslamî ne werin qedexekirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Abdulqudus Yalçinê ji alim û rîsipiyên heremê ye diyar kir ku bernameyên zewacê yên dijraberê nirxên Îslamî ne jivakê Îfsad dikin. Ji ber vê yekê divê ku ev bername werin qedexekirin.

Hemwelatî giliya bernameyên zewacê yên di hinek qenalên TVyan de ji RTUK rê dike. Lê digel vê yekê RTUK di derbarê vê mijarê de gavên ku hewce dike navêje. Ev yek jî dibe sedema bertekên gel.

Mela Abdulqudus Yalçinê ji alim û rîsipiyên heremê di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Yalçin diyar kir ku ev şebekeyên îfsadê wiha difikirin: “Em bernameyên çawa lidar bixin da ku însanan ji Îslamê dûr bikin, em çawa exlaqê Îslamê ji holê rakin.”

Yalçin diyar kir ku bernameyên wiha yên ku qet eleqeya wan bi zewacê re tune fihûş û bê exlaqiyê belav dike. Dûvre Yalçin wiha destnîşan kir: “Qethiyen em van bernameyan seyr nekin. Heta dikarin em ji zarok û xizmên xwe re qala îfsada van bernameyan bikin. Gelek bernameyên wiha hene. Ya baş ew e divê ku em ji televîzyonê dûr bisekinin. Di şûna vê yekê de em zarokên xwe teşwîqê xwendinê bikin. Em tim û tim pirtûkên ku qala çanda me ya Îslamî, dîrok û nirxên me dikin bixwînin. Nexwe dê roj bi roj wek exlaqî em dejenere bibin.”

Yalçin wiha pê de çû: “Xwedayê Teala însanê ji mêr û jinek xuluqandiye. Ji ber vê yekê di Îslamê de çawa ku mêr bi qîmet e bi wê şiklê pîrek jî bi qîmet e. Îslam ji bo ku qîmetê bide pîrekan hîcabê emr kiriye. Tabî ev hîcab bes ji libasê ya zahirî pêk nayê. Bi heman şiklê sembola exlaqa hîcabê, îffet heta ya azadiyê ye.”

“Pîrek ketiye şûna malê”

Yalçin diyar kir ku pîrek di reqlam, ticaret û fîlmê de ji bo ku ji nirxên Îsamî dûr bikevin wek meta tên bikaranîn û bernameyên zewacê jî perçekî ji van e.

Yalçin diyar kir ku ev bername werin qedexekirin. Dûvre Yalçin wiha ragihand: “Cezadayîna perê karekî hêsan e. Ji xwe yên ku vê yekê dikin bi pereyan dilîzin. Ev ji xwe bi perên ku ji me distînin didin wir. Bi perê ku di alema Mislamanan de û ji welatên Mislimanan didizin, xesp dikin di bernameyên ku lidar dixin de bikar tînin. Ji ber vê yekê çareya wê bes ew e ku ev bername werin girtin. Heta divê ku televîzîyonên wiha jî tunebin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir