• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Yavuz: Kesê ku vê êrîşê li dar xistine însan nînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz serxweşî li malbata Îbrahîm Keteyê bavê 2 zarokan ê ku di encama êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve hatibû lidarxistin de wefat kir da û di nexweşxanê de malbatên birîndaran ziyaret kir.

Ji xeynî Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz; Serokê Bajarê Rihayê Lokman Yalçin, Serokê Navçeya Wêranşarê Yakup Esmer û komekî ji teşkîlata partiyê beşdarê heyetê bû.

Yavuz berê malbata Îbrahîm Kete yê ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û malbatên birîndaran ziyaret kir û serxweşî li malbatê da.

Yavuz destnîşan kesên ku vê êrîşê li dar xistine heqê wan tune di vê herêmê de biaxivin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda me di bin sîwana Îslamê de bîne cemhev. Xweda firset nede zalimên ku hewl didin vê biratiyê xera bikin û Tirk, Kurd û Ereban ji hev re dikin dijmin. Me şerefê di Îslamê de dîtiye. Ya ku şeref daye Kurd, Tirk û Ereban Îslam e. Tirkitî, Kurdayetî û Erebiya bê Îslam bê qîmet e. Xweda firset nede kesên ku hewl didin vê biratiya ku hezar sale di vê axê de di bin ala Îslamê de bi hev re dijîn û tu pirsgirêka wan bihev re tune. Xweda firset nede zaliman. Divê ku însanekî mirovahiya xwe ji dest bide da ku bikare di nav kolanan de 1 ton teqemenî biteqîne. Îzahata vê yekê tune. Ne dîn, ne irq û nejî aîdiyeta zaliman heye. Xweda li dijî zaliman me ji şeytanên bê ziman neke.”

Yavuz wiha pê de çû: “Xweda sebr û sebat bide malbatên malbat, dê, bav û xizmên birayê me. Xweda sebra Hz Eyyub bike nesîbê birayên me. Em jî ji bo wî dişewitin. Xweda rehma xwe li birayê me bike.”

Yavuz dûvre kesên ku di encama êrîşê de birîndar bibûn û niha di Nexweşxaneya Lêkolînan Zanîngeha Harranê de ye ziyaret kir û ji wan re daxwaziya şîfayê kir. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir