• DOLAR 32.525
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2437.831
  • ...
"Xweda heqê me ji wan re nehêle"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên hawîrdora ku ji teref PKKê ve wek wesayîta bombebarkirî li wir êrîş hat lidarxistin diyar kirin ku pirr zirarê wan çêbûye. Wan temenî kirin ku carek din bûyerekê wiha neqewime.

Hemwelatiyan diyar kirin dema ku wesayît hatiye înfilaqkirin wan gotine qey erdhej çêbûye û dûvre wan ji PKKê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku ev yek ji wehşetê zêdetir tu tiştekî nîne.

Bekîr Dogru diyar kir ku wî heta niha li Wêranşarê wehşetekî wiha nedîtiye. Dûvre Dogru wiha pê de çû: “Li vir 2 daîreyên min hene. Di yekî ji wan de kirêcî rûdinişt. Niha derî û pencerên wê neşikestine. Ev bê wîjdanî ye. Heta niha min li Wêranşarê tiştekî wiha nedîtiye. Em çûbûn mêvandariyê. Dema ku me deng bihîst berê me got qey erdhej çêbûye. Dûvre gotin bombe ye. Dûvre ambulans û îtîfaîye hatin. Her der tevlêhev bû. Dibêjin em Kurd in. Lê tu eleqeya wan bi vê yekê re tune. Ev ne Kurd in.”

“Xweda heqê me ji wan re nehêle”

Yaşar Dogru diyar kir ku bi teqsîd ji lawê xwe re wesayît sitandibû. Lê ji ber teqînê wesayît perçe perçe bûye. Dûvre Dogru wiha destnîşan kir: “Em perîşan bûn. Ev dibêjin; ‘em ji gelê Kurd hez dikin’ lê dijminê Kurdan in. Wîjdan û îmana van tune. Ev mafê Kurdan naparêzin. Lê mêze bikin. Ev çi hal e. Gunehê hakim û dozgeran çi ye? Lawê min parêzer e. Dibe ku ew jî bibe hakim, dozger. Zarokê ku wefat kiriye jî xizmê me ye. Em bawer in ku dê dewletê kesên vê yekê kirine di demekî kurt de ceza bide wan. Min ji lawê xwe re bi teqsîd wesayît sitandibû. Niha erebe kêrî tiştekî nayê. Hêj min teqsîdên erebê xelas nekiriye.”

 “Ev qas însan, zar û zêç perîşan bûn”

Hasan Alî Dogru diyar kir ku ji ber êrîşê xanî û ereba wî êdî kêr nayê. Dûvre Dogru wiha pê de çû: “Me li malê çay vedixwar. Mala min li hemberê bînaya ku li ber teqîn çêbûye ye. Xanî û ereba me ji bilî ve êdî kêr nayê. Tu tiştekî me nema. Xweda belayê xwe bide wan. Êdî em nizanin çi bibêjin. Ji nîşka ve wek topa agirê têket nav malê. Me nezanî ku çi bû.”

Huseyîn Sumer diyar kir ku bi şîddeta teqînê re cam ji ciyê xwe derketiye û li serê wî ketiye. Sumer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li malê rûniştîbûm. Bi teqînê re pencere ji ciyê xwe derket. Li serê min ket. Dûvre ez ketim xwarê. Dûvre ceyran jî çû. Herkes di nav xwînê de xwe avêt derve. Li vir xanî û ereba min hebûn. Her du jî êdî kêr nayên. Serê min xwîn bûye. Niha em şaş û gêj in. Hemî eşyayên me di hindir de ye. Ji ber tehqîqatê em nikarin têkevin mala xwe.”

“Temeniya me ew e ku bûyerên wiha carek din neqewimin”

Ahmet Kupelî diyar kir ku wek mêvan niha li Wêranşarê disekine. Dûvre Kupelî wiha axavtina xwe domand: “Ez li Osmaniyeyê dijîm. Zavayê min li vir rûdinê. Me bi şev bûyerê bihîst em hatin. Xaniyên wan bûne kavil. Ji xwe hûn ereban dibînin. Bişev çûne otêlê. Temeniya me ew e ku bûyerên wiha carek din neqewimin.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir