• DOLAR 32.44
  • EURO 35.43
  • ALTIN 2330.66
  • ...
Xortên ku şer wan ji welatên wan veqetand li Diyarbekirê zewicîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber şerê navxweyî Enes Muhammed Îbrahîm ji Humusê koçî Diyarbekirê û Fatima Reyhan jî ji Helebê  koçî Rihayê kir.  Her du xortên ku ji ber şerê Sûriyê mecbûr mabûn welatên xwe terk bikin û koçî Trikiyê bikin bi hev re zewicîn  û a niha parîkek be jî  hewil didin wek malbat jiyaneke şad û bextewar bidomînn.

Enes Muhammed Îbrahîm diyar kir ku ew eslê xwe Helebî ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weke ku  tê zanîn li Sûriyê şer hebû. Ji ber wê yekê dema şer zêde bû min berî vê 2 salan digel ku Tirkiye deriyên xwe ji me re vekir em hatin vê derê. Li Sûriyê gelek texrîbatên mezin çêbûn. Li Sûriyê ne kar hebû ne jî xwarin. Pêşî birayê min hat Tirkiyê û dû re gazî me kir. Ji ber bombaranan li Sûriyê gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Li kolan, sikak û meydan tev de xwîn bûn. Avahî xera bûbûn û mal hildiweşiyan. Min lê nihêrt rewş nebaş e me koçî Tirkiyê kir.”

“Dema ku însan bimirin em nikarin dawetê bikin”

Îbrahîmê ku li Sûriyê heta 25 saliya xwe neccartiyê dikir di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ez a niha 27 salî me. Dema ku ez li Sûriyê bûm ezeb bûm. Dema ku ez hatim vê derê min xanima min me hev nas kir. Ew jî ji Humusê hatibû. Li Humusê jî şer û gelek texrîbatên mezin hene.”

Îbrahîm di berdewama axavtina xwe de qala adet û kevneşopiyên yên Li Sûriyê yên berî zewacê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Sûriyê însan berî ku bizewiêcin ji derdorê pirsa hev dikin ka kî ye û çi kes e. Ger ku dirist û bi exlaq bin bi hev re dizewicin. Kesên ku a niha dixewicin  dawetê nakin.  Lewra dema ku însan bimirin dawet nayê kirin.Li Sûriyê ji her malekê însanek dimire. Hinek ji wan li Sûriyê û hinek ji wan jî li Tirkiyê dizewicin. Min xanima xwe li vê derê nas kir û ez pê re zewicîm.”

 “Bi zewacê em bextewar bûn”

Îbrahîm di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir karê zewacê xweha wî jê re tewsiye kiriye û wiha pê de çû: “ Emrê min diboriya, min jiyanê dît. Xweha min a li Rihayê ji min re got ku min ji bo te qîzekê baş dîtiye. Dû re me hev nas kir. Lê ne pereyên min hebû ne jî kar. Min ji naskiriyên xwe deyn stand.  Apên min ji min re bûn alîkar.  Dû re ez şûxulîm, elhamdulîllah  a niha rewşa me baş e. Dû re hemd ji Xweda re me mehra xwe birî. Min deynên xwe da û dû re em zewicîn. Piştî ku em zewicîn me rûyê xweş a dinyayê din.”

“Hevser heval û dost e”

Îbrahîm diyar kir ku gelek kesên ehlê Sûrî ji ber ku ew zewicîne hatine wan ziyaret kirine û bes ji bo ku edet pêk werin wî li Diyarbekirê daweta xwe kiriye û bang li mela kiriye ku mehra wan çêkiriye.

Îbrahîm diyar kir ku bê zewac nabe wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku mirov ezeb bibe zehmet e. Jiyan xweş nîne. Tu tenê yî. Lê dema ku bizewicî jiyan xweştir dibe. Hevser heval û dost e. Dema ku ez nû ji Sûrî hatibûm tiştekî min tunebû. Ciyekî ya ku ez lê bisitirim jî tunebû. Birayê min berê hatibû. Ez li cem wî mam. Dûvre Ez çûm Stenbol. Li wir xebitîm. Dûvre ez zewicîm. Dema ez zewicîm tu tiştekî min tunebû. Xêrxwazekî ehlê Tirkiyê hebû. Wî eşyayên nav malê da me.”

Jina Îbrahîmî ya 23 salî Fatima Reyhan diyar kir ku ew 3 sal berê ji Humusa Sûrî hatiye. Dûvre Reyhan wiha qala pêvajoya zewaca xwe kir:

“Ez jî bi malbata xwe re ji sinorê derbas bûm hatim Tirkiyê. Dûvre wek mêvan ez li cem xizmên xwe mam. Dê û bavên min ji min re gotin enes dixwaze bi te re bizewice. Min jî wî nas kir. Em lihev hatin. Dûvre min qebûl kir û em zewicîn. Piştî ku ez zewicîm jiyana min xweştir bû. Ez û mêrê min em hewl didin jiyana xwe bidomînin û hemd ji Xweda re em bextewar in.”

Reyhan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Sûrî berê şerê pirr xweş bû lê Tirkiye jî ji me re wekê Sûrî ye. Em debara xwe temîn dikin û îdare dikin. Bavê min jî bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê dizivire. Dixebite. Di karên înşaetê de dixebite. Carinan diçe Enqere û Stenbolê. Birayê min jî niha li Rihayê dixwîne. Bavê min niha li Wêranşarê dijî. Ez jî bi mêrê xwe re li Diyarbekirê dijîm. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir