"Alema Îslamê bi gelek tehdîtan re rû bi rû maye"
Alikarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş beşdarê bernameya Rojên Çand û Pirtûkên Erebî bû.
Alikarê Serokwezîr Numan Kurtulmuşê ku beşdarê bernameya Rojên Çand û Pirtûkên Erebî bû bi alimên ku beşdarê bernamê bibûn re hat cemhev.
Numan Kurtulmuşê Alikarê Serokwezîr di bernameya Rojên Çand û Pirtûkên Erebî de bi alimên ku beşdarê bernamê bibûn re hat cemhev. Kurtulmuş di dernamê de destnîşan kir ku Alema Îslamê bi gelek tehdîtan re rû bi rû maye.
“Alema Îslamê bi gelek tehdîtan re rû bi rû maye”
Kurtulmuşê ku bal kişand ku Alema Îslamê bi gelek tehdîtan re rû bi rû maye wiha destnîşan kir: “Ji van herî girîng ew in her çi qas zahîrî ew ji hev re wekê dijmin bidin xwuyakirin jî ev du fikrên herî xeternak in. Yekî ji wan ew e ku wek Îslamofobya barbarên dinyayê, caniyên xwînrêj hewl didin ku bidin nîşandan Îslam fikrekî xeternak e. Ya din jî hinek rêxistinên terorê ne zahiren dide nîşandan ku li dijî van fikran in. Lê bi rê û rêbazên ku didomînin di heman îstîqametê de Îslamê di bin zen û tohmetê de dihêlin. Navê Miqedesatên Îslamê bikar tînin û dinyayê ji teroran dagirin û dinyayê dikin gola xwînê. Heke ev zahiren bidin nîşandan ku reqîbên hevdû ne jî ew ji heman armancê re xizmet dikin.” (ÎLKHA)