• DOLAR 32.587
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2523.479
  • ...
Ji Platforma Evîndarên Pêxember seferberiya dersên bijarte
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Roja dawî ya dîroka tercîhên dersên bijarte yên ku di dibistanên navîn û lîseyan de wek Qur’ana Pîroz, sîyer û ilmên dînî yên esas tên dayîn 24ê Sibatê bi dawî dibe.

Seokatiya Karûbarên Perwerdehiyê ya Platforma Evîndarên Pêxember di derbarê mijarê de daxuyanî da. Serokatî di daxuyaniyê de diyar kir ku di derbarê hilbijartina van dersan de wan seferberî îlan kirine.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Dersên Qur’ana Pîroz, sîyer û ilmên dînî yên esas ên ku bingeha dînê me pêk tînin di dibistanan de wek dersên bijarte tên dayîn. Di gel vê gava hanê ya erênî em dibînin ku hest û eleqeya di derbarê vê yekê de kafî nîne. Rastî ev dersên ku divê her roj em bixwînin wek dersên mecbûrî bihatibana qebûlkirin. Divê gelê me ya Misliman ji dabaş dersan re eleqeder bibe. Ev deynê sitûyê me ye. Divê ku em van dersan tetbîqê jiyana xwe bikin. Wek Platforma Evîndarên Pêxember ji bo ku ev ders werin hilbijartin seferberî îlan dikin. Em hêvî dikin ku herkes bi vê eleqeder bibe.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hînbûna nifşa nû ya dersên Qur’ana Pîroz û Hz Pêxember pirr girîng e. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Nexwe derfetên ku hene dibe ku ji holê werin rakirin. Wekê ku di ayetê de wek ‘Ev ji Xweda litûf û nîmet e. Xweda her tişt dizane û xwedî hikim û hîkmetê ye.’ (Hucurat-8) tê diyarkirin. Xwedî derketina li nîmetên Xweda, şikirkirin, nirxandin dide nîşandan ku evd girêdayê Rebbê xwe ye. Ji ber vê yekê divê ku nifşa nû Qur’ana Pîroz û siyerê hîn bibe û tetbîqê jiyana xwe bike.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir