Lazim e welî li ser dersên bijartî bi hesasiyet bisekinin
Turgut Erhanê Miftiyê Bajêra Êlihê bang li weliyan kir da ku zarok li mekteban dersên Qur'ana Kerîm, Agahiyên Dînî yên Bingeh û dersa Siyerê tercîh bikin.
Li mektebên navîn û lîseyan dîroka tercîhkirina dersên Qur’ana Kerîm, Agahiyên Dînî yên Binge û dersa Siyerê dê di 24ê Sibatê de bi dawî bibin. Turgut Erhanê Miftiyê Bajêra Êlihê bang li weliyan kir da ku zarok li mekteban dersên Qur’ana Kerîm, Agahiyên Dînî yên Bingeh û dersa Siyerê tercîh bikin.
Erhan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li welatekî Misliman divê hemû kes zarokên xwe li gor Mislimantiyê mezin bike. Erhan her wiha diyar kir ji ber ku bi tena serê xwe ne mimkun zarok Qur’ana Kerîm hîn bibin pêwîst e li derekê jiyanê, standina vê dersê girîng e.
“ji bo Mislimanekî/ê ev yek ji wezîfeyên herî girîng e”
Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir mamoste û îdarevan ji bo ku Îslamê hînî zarokan bikin û bi wan bidin hezkirin û ji bo ku zarok karibin ji xwe re wek rêber bihilbijêrin pêwîst e hewil bidin. Erhan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em mensûbên dîneke ku fermana wê ewil ‘Bixwîne’ ye ne. Ji ber vê yekê divê em ji bîr nekin ku ferman li me hatiye kirin em zarok û biçûk bixwînin. Piştî xwendinê jî amelkirin elzem û şert e. Nexasim ji bo Mislimanekî/ê ev yek ji wezîfeyên herî girîng e. Ji bo em karibin wan ewladên me yên ku îstîqbal û dahatûyên me ne bi şikleke baş mezin û perwerde bikin divê em wan bi hestên manewî û neteweyî mucehhez bikin.”
“Hz. Muhammed wek rêber û rêzan ji bo me hat şandin”
Erhan di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji bo zarok ji nirx, exlaq û ji dînê xwe dûr nekevin divê welî zarokên xwe teşwîq bikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hz. Muhammed wek rêber û rêzan ji bo me hat şandin. Ji ber vê yekê divê xwendekar heyata Hz. Muhammed hîn bibin û ji xwe re wek rêbe rû rêzan bihilbijerin.”(ÎLKHA)