• DOLAR 32.575
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2427.169
  • ...
Walî Tuna: Êrîş ji teref PKKê ve hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema roj avêt tahrîbata êrîşa bombeyî ya ku li Wêranşara Rihayê hat kirin derket holê. Ji ber şîddeta teqînê di serî de lojman û bi tevahî jî avahî, dikan û wesayîtên derdorê  gelek zêde zirar dîtin. Hat dîtin ji ber tundiya teqînê beşeke dîwara lojmanê ya hawirdorê xera bûye.

Hat dîtin ku polêsan şerîda ewlehiyê kişande li cihê ku lê êrîş hatiye kirin û hemwelatî jî digel ronîbûnê digel eşya û amûrên ku girtibûn ba xwe hewil didan bi kontrol ji malên xwe derkevin.

Walî: Êrîş ji teref PKKê ve hat lidarxistin

Piştî bûyerê Walî Tuna di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  êrîşa bombeyî ya ku li Wêranşarê li ber lojmana edliyê hat lidarxistin ji teref PKKê ve hatiye kirin û wesayîta ku di êrîşê de hatiye bikaranîn ji Dêrikê hatiye anîn.

Hat hînbûn wesayîta ku hatiye bikaranîn malê diziyê ye û di wextên êvarî de ji teref xortekî 18-20 salî ve li ber lojmanan hatiye parkkirin û dû re jî ji dûr ve hatiye teqandin.

Di encama lêkolînên ku hat kirin de   teqemeniya TNTê ya ku bi gubre, glîserîn û perçeyên hesinan hatiye biquwetkirin hatiye bikaranîn.

Şahidên êrîşê di derbarê mijarê de destnîşan kirin tesîra teqînê ji 12 kîlometreyan ve hatiye sehkirin. Di êrîşa ku hat kirin de Ahmet Oktayê 11 salî yê ku lawê Katibê Zabit Mustafa Gunak e û Bekçiyê Taxê Îbrahîm Kete jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşê de 34 kes jî birîndar bûbûn ku tedawiya wan hêj berdewam dike.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir