• DOLAR 32.367
  • EURO 35.048
  • ALTIN 2326.05
  • ...
"Em hemî ewladên vê dînê ku Hz Muhammed aniye ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abbas Museviyê lîderê damezrênerê Hîzbullaha Lubnanê yê ku bi gotinên xwe yên “Herin ji Îsraîliyan re bibêjin. Em artêşa Muhemmed in! Em vegerîn û di rêya Qudsê de dimeşin.” ji Îsraîla Sîyonîst a rejîma terorê meydan dixwend di salvegera 25 emîn a şehadeta xwe de tê bibîranîn.

Di meha Sibata ku wek “Meha Şehadetê” tê zanîn de gelek nav bi şehadeta xwe tên zikirkirin. Ji van yekî jî bê guman Abbas Museviyê ku ji teref Îsraîla Sîyonîst ve hat qetilkirin e.

Şehîd Fethî Şîkakî di derbarê Abbas Musevî de wiha axivîbû: “Abbas Musevî ji bo derd û kula Filîstîn û zarokên Filîstînê qiyam û cîhadê kiribû wezîfe. Min wî ji xwe zêdetir Filîstînî didît.” Ew gotin kurtasiya tekoşlîna Abbas Musevî ya ji bo Filîstînê dide nîşandan.

Abbas Musevî umrê xwe ya 40 salî di micadelê de derbas kir. Wî her tim diyar dikir ji bo ku zafer bê bidestxistin divê ku Misliman bibin yek. Bes vê şiklê mirov dikare bi îzzet bibe. Musevî di 14ê Hezîrana 1985an de wiha diyar kiribû: “

“Divê ku em bi hevdu re bi dijminên Xweda re reqabet bikin û ji ber vê yekê em ji xeynî sedeqeta li Îslamê tu sedeqetan qebûl nakin. Nebî bila tu kes nebêje ‘ez alîgirê vê terefê yan jî terefa din im.’ Em hemî zarokên tekokşîna Îslamî ne. Em hemî ewladên vê dînê ku Hz Muhammedê lawê Abdullah aniye ne. Rast e dê sedeqet şeref û îzzet bide her yekî ji me.”

Muksevî hêj dema ku ciwan bû beşdarê tekoşîna Filîstînê bibû û di encama şerê nabeyna wan û Îsraîlê de ji lingê xwe ve hatibû lêdan û birîndar bibû. Piştî çendîn salan wek lîderê Hîzbullah wiha gotibû: “Herin ji Îsraîlîyan re bibêjin. Em artêşa Muhemmed in! Em vegerîn û di rêya Qudsê de dimeşin.”

Li Tirkiyê navê Musevî wek Abbas Musavî tê zanîn. (Di zimanê Tirkî de ji bo ku Musevî neşibihe Yahudiyan jê re dibêjin Musavî.) Musevî di sala 1952yan de li Lubnanê di bajaroka Nebî Şayta Geliyê Bekkayê de hatiye dinê. Dema ku Îsraîlê di sala 1967an de têka Ereban bir Musevî hêj 15 salî bû.

Musevî dema ku hêj ciwan bû beşdarê tekoşîna Filîstînê bibû û di encama şerê nabeyna Îsraîl û Rêxistina Tekoşîna Filîstînê de ji lingê xwe ve hatibû lêdan û birîndar bibû. Musevî di salên ku wek tekoşîn li dijî Îsraîlê derbas dibûya de Îmam Musa Sadrê ku bi Hereketa Emelê bingeha Hîzbullah avêtibû nas kir. Bi tewsiyeya wî Musevî çû bajarê Necefa Iraqê. Li vir di nabeyna 5 salan de tehsîla xwe qedand. Musevî ji xeynê vê tehsîlê Îngîlîzî û Fransizî jî hîn bû. Musevî bi xebatên xwe dûçarê zexta rejîma Baasê bû. Musevî ji bo ku beşdarê bernameya Aşurayê bibe dema ku li Lubnanê bû di ser mala wî ya li Iraqê de hat girtin. Piştî vê yekê Musevî malbata xwe anî Lubnanê û êdî venegera Iraqê.

Abbas Musevî, li Lubnanê wek aktîf di nav hereketa Îslamî de dixebitiya. Musevî di sala 1978an de li bajarê Ba’lebekê de bi navê "Îmam’ul Muntazar" navendekî perwerdehiyê saz kir. Ev perwerdehiya ku di malekî biçûk de dest pê ki di demekî kurt de têra xwendekaran nekir. Dûvre di sala 1979an de vê navendê kişandin avahiyekî nû ya li nêzî Mizgefta Îmam Alî bû. Li vir gelek kesên ku dê di bergeha Hîzbullah de bixebitîna perwerde dîtin.

Musevî him xebatên xwe yên perwerehiyê didomand û him jî gund bi gund digeriya û guhdariya derd û kulên gel dikir. Bi axavtinên xwe gel di derbarê tekoşînê de agahdar kir.

Musavî wezîfeyên ku ji bo Hîzbullah pirr girîng bû pêk anî. Di nabeyna salên 1983-1985an de Lîdertiya Yekîneya Ewledar a Taybet a Hîzbûllahî kir. Di nabeyna salên 1985-1988an de jî fermandariya hêzên leşkerî ya Hîzbullahî kir. Musaviyê ku di sala 1991an de bû sekretere giştî yê Hîzbullahî ji bo Îsraîla Îşqalker bû kâbus.

Museviyê ku ji parêzkarê herî girîng ê Doza Filîstînê bû bi xebatên xwe ji bo Îsraîlê bibû tirs. Ji ber vê yekê piştî ku Musevî bû rêvebirê Hîzbullahî Sîyonîst Îsraîl ji bo ku wî qetil bike têketin hereketê. Museviyê ku di Gulana sala 1991an de bû lîderê Hîzbullahî piştî 9 mehan di 17ê Sibata 1992yan de dema ku ji bernameya Şehîd Ragib Harbî vedigeriya dûçarê êrîşa hewayî ya Îsraîla îşqalker bû. Di encama êrîşê de bi pîrek û zarokekê xwe ve şehîd bû.

Museviyê ku bi nasnameya xwe ya micadeleker dihat nasîn ji ber ku têkiliya wî bi gel re hebû cephe bi cephe diziviriya da ku moral bide micahîdan.

Musevî di 17ê Gulana 1985an de li bajarê Ba'lbekê wiha xutbeya înê dabû: “Divê ku Îsraîl ji holê rabe. Bes ne ji bo Filîstînê; ji bo Sûrî, Misir, Urdun û hemî herêman… Ji bo ku îstîqrar pêk were. Divê ku Îsraîl ji ser rûyê dinê were paqijkirin. Îsraîl bi hebûna xwe re li dijî îstîqrarê ye. Aşitiya dinê tehdît dike. civakekî wisa bifikrin ku dibêje ‘ez dixwazim ji Nîlê heta Firatê dewletekî saz bikim.’ Lê mêze bikin ku dê kîjan welatan di nav xwe de dihewîne; Lubnan, Sûrî, Urdun, Misir, Iraq… Hebûna vê dewletê jî aşitiya dinê tehdît dike. Dema ku mirov li dijî Îsraîlê dengê xwe dernexe dê tehdît roj bi roj zêde bibe.

Koça Yahudiyan û dêmana ku hêdî hêdî hewl tê dayîn were sazkirin wekê destpêka dewleta Îsraîlê ye. Nexwe ji bo ku projeyekî wiha pêk were divê helwesta me ya li dijî dijminê ku me hêdî hêdî tehdît bike çawa bibe? Em dengê xwe dernexin? Em aşitiyê îmza bikin? Ji bo mizakereyê em bi wan re li ser heman masê rûnên?”

Ez eşkere vê yekê ji we re dibêjim; Emrîka hebûn û berjewandiya Îsraîlê bê kêmasî diparêze. Emrîka dê di pêşerojê de Îsraîlê bike şirîkê loqmeya xwarina ku em dixwin û ava vedixwin. Dê ji vir pê ve tu vebijirkê qebûl neke. Heke em li dijî êrîşên Îsraîlê bê deng bimînin dê wiha bibe.” (ÎLKHA



Bu haberler de ilginizi çekebilir