• DOLAR 32.369
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.405
  • ...
"Şanoya herî biha ya dinyayê di salona niştinê de tê lîstin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn li Diyarbekirê di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref HDPKKê ve hatibûn qetilkirin. Niştina di derbarê vê yekê de ya ku tê de 41 bersûc tên darizandin îro di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin.

Xizmên mexdûr ên ku di derheqê dozê de ji ÎLKHAyê re nirxandin kirin. Wan ji mitaleayê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin kesên ku beraetên wan tên xwestin bêsûc nînin.

Oztekîn Dakakê bavê Şehîd Huseyîn Dakak ji biryara ji bo Yildiz Doganayê di dema bûyeran de ji êrîşkeran re gotiye ‘bikujin’ hatiye dayîn re bertek nîşan da. Dakak diyar ku tiştên ku diqewimin bes şano ye.

Dakak diyar kir ku ji roja ewil heta îro hewl tê dayîn ku doz were şolîkirin. Dûvre Dakak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vir şano tê lîstin. Şanoya herî biha ya dinê di salona niştinê de tê lîstin. Armanca me ew e ku edalet pêk were. Heke bêsûc in bila werin serbestberdan. Lê heke sûcdar in bila wan serbest bernedin. Hesêb bikin ku dayîkekê ji lawê xwe re dibêje ‘here bikuje’. Kesa ku vê yekê bike însan nîne. Ev dayîkekê çawa ye. Mehkeme beraeta vê dayîkê xwxest. Ev edaletekî çawa ye?”

Mehmet Gokgozê bavê Şehîd Hasan Gokgoz diyar kir ku ew dixwaze bila kesên ku vê yekê dane kirin jî werin darizandin û ji 14 kesên ku di dozê de ne re beraet hatiye xwestin. Gokgoz diyar kir ku wî wate nedaye vê yekê.

Dûvre Gokgoz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bes dixwazin ku edalet tecelî bike. Em dixwazin kesên ku hatine serbestberdan bila werin girtin. Her wiha bila kesên ku vê yekê dane kirin jî daxîlê dosyayê bikin û wan jî bigirin. Lewra heke van piştgirî nedana van êrîşkeran dê ev yek wiha nebûya. Em carekî din dibêjin. Em bes edalet dixwazin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir