• DOLAR 32.634
  • EURO 34.763
  • ALTIN 2505.09
  • ...
 "Me heta îro li gor menfeata xelkê xwe gav avêtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyetek ji Platforma Erê ya Anatolê Serokatiya Bajêra HUDA PARê yê Diyarbekirê ziyaret kir. Di dema ziyareta ku hat kirin de Ahmet Ayê ku li ser navê platformê axivî destnîşan kir  HUDA PAR di demên herî bi hesas de her tim bûye terefdarê millet. Ay di berdewama axavtina xwe de wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewaziya siyasal a di pergela de  dibe sedema hatina weraseta medya, daraz û eskeriyê. Lê em hêvî dikin ku ev yek piştî referandûmê ji holê rabe.”

Şeyhmus Tanrikulu jî di dema ziyaretê de di bîra xist ku ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ve qerara wan a referandûmê wek erê hatiye daxuyandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Elbet digel vê endîşeyên me jî hene. Hinek mijarên ku ji bo mişkîleyên herema me bên çareserkirin divê bên nirxandin hene.”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ku ew teleb dikin makeqanûna darbê ya ku di sala 1982an hatiye kirin seranser bê guhartin û wiha pê de çû: “ Me vê teleba xwe dîsa diyar kir. Temamê partiyên siyasî guhertina vê makeqanûnê ji xelkê re weed dikin. Divê di şûna vê makeqanûna darbê de makeqanûneke siwîl û li gor baweriya xelkê bê hazirkirin. Em hêvî  dikin ev yek di rojên pêşiya me de bê çêkirin. Makeqanûna 1982an makeqanûneke xwediyê gotinên yektîp, înkarok û faşîst e.  Ji ber vê yekê divê bê guhartin.  Beriya hemî tiştî jî divê di meseleya Kurd de gav bên avêtin.Divê heqên bingeh nebin mijara pazariyê û divê bi tû şertan ve neyê girêdan. Divê Kurd ji van heq û mafên ku Xweda daye neyên mehrûmhiştin.”

Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de diyar kir lazim e cudahî di nava xelkê de neyê derxistin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Kesên bibêjin erê û yan jî na her du jî hemwelatiyên vî welatî ne.  Ji me re tiştê lazim yekîtî û digelhevî ye.  Bûyerên 6-7ê Cotmehê, bûyerên barîkat û çalan û 15ê Tîrmehê gelek zirar dan. Me ew qas badîre û bela li pey xwe hişt û divê em van firsetên di destên xwe de binirxînin. Em hêvî dikin li vî welatî pêşiya darbekeran bi temametî bê girtin. Heta îro li gor berjewendiya gelê xwe gavên xwe avêtine û divê partiyên din ên siyasî jî di vî warî de gavan bavêjin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir