• DOLAR 32.61
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2498.654
  • ...
Qîza ku rûyê wê şewitiye li benda alîkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Medîne Sînekçiya 20 salî ya ku digel malbata xwe li gundikê Geliyêbûka ya  gundê Kadirkoya Çinara Diyarbekirê dijî dema ku bebek bû diya wê çarik li ser rûyê wê dakir da ku raze, lê ji ber ku çirewîskên agir bi çarikê ket agir pêket û rûye qîzikê bi temametî şewitî. Ji bo qîzika ku rûyê wê şewitiye bê dermankirin 150 hezar lîre lazim e. Ji ber vê yekê malbat li benda alîkariya xêrxwazan e.

Medîne Sînekçî di derbarê rewşa xwe de diyar kir ew hêj ji biçûkayiya xwe ve nikare derkeve nava civakê û ji ber vê yekê ew mîna hevalên xwe mektebê bixwîne. Medîneya rûyê wê şewitî ji bo karibe bê dermankirin ji serokomar û serokwezîr alîkarî teleb kir.

Sînekçî di berdewama axavtina xwe qala mexdûriyeta ku ew dijî kir û wiha got: “ Rewşa me nebaş , em bi zora belayê debara xwe dikin. Dema ku ez hêj biçûk bûm hevalên min tev ji xwe re dileystin û ji min re digotin ‘neyê ba me.’ Niha jî ez nikarim derkevim nava însanan. Min heta pola 3yem xwend û ji ber hevalên xwe min dev ji mektebê berda. Lewra gotinên nexweş ji min re digotin. Ez dixwazim derkevim nava civatê û ev yek heqê min e jî. Min tu tehmê ji zaroktiya xwe nekir, qet nebe ez tehmekê ji ciwaniya xwe bikim. Ez ji serokomar û serokwezîr  alîkarî dixwazim.Kî ji min re bibe alîkar ez ê ”

Remezan Sînekçiyê bavê Medîne Sînekçî ye di debrarê mijarê de destnîşan kir dema ew li eskeriyê bû rûyê qîza wî şewitiye. Bav dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez li eskeriyê bûm dê û bavê min ji bo debara xwe bikin diçûn zozanên Qerecdaxê û li wê derê kon didanîn. Wê çaxê hewa pir serma bû. Diya qîza min hewil dide wê razîne. Wê demê çira dikeve li ser serê wê de û çarika li ser rûyê dişewite. Wê demê Tirkiya bavê min tunebû û ji ber vê yekê jî nikarîbû qîza min bide tedawîkirin. Ji wê rojê ve wisa ye.”

Levha Sînekçiya ku diya Medîne Sînekçiye di derbarê  mijarê de tiştên ku qewimîne vegot û ji kesên rayedar û xêrxwaz alîkarî teleb kir.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir