• DOLAR 32.542
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2423.738
  • ...
 "Tenê cezasitandina tetikkêş û çeteyên li kolanan ne bes e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 13 emîn a Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî îro li Enqerê hat dîtin. Hat ragihandin doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyin Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz dihatin darizandin taloqê 22yê Adarê bûye.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz piştî niştina 13 emîn a Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmeha 2014an de ji teref HHDPKKyiyan ve hatin qetilkirin ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Yilmaz diyar kir ku tenê cezasitandina tetikkêş û çeteyên li kolanan ne bes e. Ji bo ku edalet pêk were divê ku kesên vê yekê jî dane kirin jî werin darizandin.

Yilmazê ku diyar kir ku ew ji roja ewil heta îro şopînerê vê dozê bûne wiha destnîşan kir: “Di rojên ku Yasîn Boru û birayên wî wehşiyane hatin lînêkirin, ji bînayan hatin avêtin û di ser wan de wesayît hatin derbaskirin me vê yekê gotibû; ‘Dê tu tişt wekê berê nebe.’ û dîsa me vê yekê gotibû; ‘Heke Yasîn Boriyê 17 salî yê ku wehşiyane hat qetilkirin lawê we bibûya gelo dê hûn wiha bê eleqe bimanîna? Kesên ku eleqeder bûn û yên nebûn jî hebûn. Û îro jî dosya hat asta biryarê. Ji bo ku heq, heqîqet û edalet pêk were di vê qadê de gelek kar payê meqama daraz û edaletê dikeve. Temeniya me ew e ku di vê dosyayê de heq ciyê xwe bigire û qetîl cezaya heq dikin bistînin.”

Yilmaz ragihand ji bo ku edalet pêk were divê ku kesên vê yekê jî dane kirin werin cezakirin. Her wiha Yilmaz destnîşan kir divê wezîfedarên ku wê çaxê ji vê yekê re jî dengê xwe dernexistibûn jî di derbarê vê yekê de sûcdar in.

Yilmaz wiha pê de çû: “Ji bo edaletê hewce dikir ku ew jî werin tespîtkirin û daxîlê dosyayê werin kirin. Di doza ku niha didome de temeniya me ew e kpu di qonaxa 2 yemîn a vê dozê de kesên ku vê yekê dane kirin jî werin cezakirin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir