• DOLAR 32.475
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2427.792
  • ...
 "Tê xwestin tenê fîguran bên cezakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li alîgirên PKK/HDPê kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de alîgirên PKKê derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. 13emîn niştina doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku bersûcên wan tê de tên darizandin hat dîtin. Niştina 13emîn a ku hat dîtin taloqî 22ê Adarê hat kirin û dê  qerar di 22ê Adarê de bê daxuyandin.

Parêzerên 9 bersûcan û gelek bersûcên ku serbest tên darizandin bêmazeret beşdarî dozê nebûn. Di niştina ku lê mutala hat xwendin de  serokê mehkemê destnîşan kir edaleta derengmayî ne edalet e, zilm e. Serokê mehkemê her wiha destnîşan kir divê terefên bersûcan bêmazerat beşdarî dozê bibin.

Piştî niştina ku hat dîtin re ji parêzerên ku dozê dişopînin Parêzer Murat Sadak daxuyaniyeke çapemeniyê da. Sadak di daxuyaniya ku da de qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî wek ‘qetlîama esrê’ wesfand. Sadak dest nîşan kir darizandin li ber bi dawîbûnê ye û dibe ku  niştina 22yê Adarê  ‘ ji bo fîguranan bibe niştina qerarê.’

Sadak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hêj di destpêka dozê de teleb kirine ku mesûlên qetlîamê jî bên darizandin. Sadak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me ji roja ewil a vê qetlîamê ve teleb kir her kî ji vê yekê re bûbe sedem, kî dabe kirin, kî mesûl be û îhmalê kî hebe bila bên darizanin û em li pey vê yekê sekinîn. Dibe ku niştina 22yê Adarê  ji bo fîguranan bibe niştina qerarê, lê em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Kî vê qetlîamê dabe kirin ,kî ji vê yekê re bûbe sedem, kî mesûl be û îhmalê kî hebe em ê bibin şopînerê vê yekê. Li dijî mutalayê  him em ê him jî terefê bersûcan dê di niştina dawî de beyanan pêşkêş bikin. Em ê  ji bilî 3 bersûcên girtî ji bo temamê bersûcên din cezayê bixwazin. Ger ku di 22ê Adarê de tiştek nebe ew ê qerar bê dayîn. Em ê di pêvajoya piştî qerarê de bibin taqîbkerê mijarê.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir