• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember "Seferberiya selawatan" da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Nasandina Platforma Evîndarên Pêxember û Medyayê diyar kirin ku wan di bergeha bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku tê plankirin dê di sala 2017an de li gelemperê Tirkiyê werin lidarxistin de kampanyaya “Her Ror bi Hezaran Selewat” dane destpêkirin.

Ji koordînatorên Platforma Evîndarên Pêxember Nûrettîn Teymur di derbarê mijarê de daxuyanî da. Teymur ayeta “Bê guman Xweda û melekên Xweda ji Pêxember re selewat tînin. Ey kesên ku îman anîne! Hûn jî Jê re selewat bînin, silav lê bikin.” anî bibîranîn û diyar kir ku wan ji îro pê ve dest bi kampanyaya selewatê kirine.

Teymur bang li hemî dilar û evîndarên Pêxember kir da ku ew jî beşdarê kampanyayê bibin.

Serokê Nasandina Platforma Evîndarên Pêxember û Medyayê Feyzî Aydin jî diyar kir ji bo ku ew mihebbeta Resûlê Xweda hertim bidin jiyandin ew bernameyên wiha tertip dikin. Dûvre Aydin wiha destnîşan kir: “Resulullah (sav) hedîsa Şerîf a xwe de wiha diyar dike; ‘Kesê herî nezîkê min ew e ku ji min re selewat bîne ye.’ Wekê ku hûn dizanin wek Platforma Evîndarên Pêxember em her sal bernameyên wiha tertîp dikin. Me di 29ê Çileya Paşn de îmtîhana Sîyerê lidar xist. Îmtîhana siyerê bi silogana ‘Wî bixwîne, Wî fêm bike’ hat tertîpkirin. Înşeallah ji bo ku em Resûlullah di nav qelban de bidin jiyandin wek Platforma Evîndarên Pêxember dê em di nav seferberiyê de bibin.”

“Dê gelê mebikare selewatên xwe qeydê sayta Evîndarên Pêxember (Peygamber Sevdalilari) bike”

Aydin ragihand ku ew ji ber meha Wîladeta Pîroz pirr bi kelecan in. Dûvre Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em nêzî meha Wîladeta Pîroz dibin. Em ji niha ve ji ber ku dê di meha Nîsanê de bernameyên Wîladeta Pîroz tertîp bikin pirr bi kelecan in. Me di derbarê vê yekê de dest bi xebatên xwe kiriye. Em bi bawer in ku beriya em têneketina meha Wîladeta Pîroz dê gelê me zêde tevecuhê seferberiya selewatan bike.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir