• DOLAR 32.329
  • EURO 35.092
  • ALTIN 2295.738
  • ...
SON DAKİKA
NY ji bo hişksaliya li Rojhilata Afrîkayê hişyarî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ajansa Zîreatê  ya Neteweyên Yekbûyî  ragihandin hişksaliya ku li Rojhilata Afrîkayê berdewam dike dibe asteng ku zad bigihijin û ev yek jî dibe sedem ku bihaya erzaqan zêde bibe û barê malbatan girantir bibe. Her wiha hat destnîşankirin ev hişksalî li heremê bi şikleke neyînî li ser tiştên din jî  tesîra xwe nîşan dide.

Li gor rapora ku hatiye belavkirin hişksalî tesîra xwe li welatên mîna  Etîyopya, Kenya, Somalî, Sûdana Başûr, Uganda û Tanzanyayê nîşan dide û bihaya garis û sorgumê li van deran gelek zêde bûye.

Her wiha hat destnîşankirin ev hişksalî dibe sedem ku him bihaya mehsûlên zireatê û him jî bihaya heywanan zêde bibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir