• DOLAR 32.569
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2434.866
  • ...
HRW: Rejîma Sûrî klor bikar anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rîghts Watch –HRW) li New Yorkê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku rejîma Sûrî li Helebê wek sîstematîk gaza klorê bikar aniye.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, diyar kir ku di pêvajoya sitandina ji mixalifan a Helebê de ji meha Mijdara 2016an heta navenda meha Berfanbarê bi teyaran 8 caran êrîşa gaza klorê lidar xistiye, di van êrîşan de 4ê wê zarok bi tevahî 9 kes hatine kuştin û 200 siwîl jî birîndar bûne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî êrîşê hatiye dîtin ku gelek laşên bê hereket ên ku di nav wan de 4 zarok jî hebûn hatine dîtin. Her wiha hat diyarkirin dibe ku jimara êrîşên ku hatine lidarxistin ji 8an zêdetir bibe; di derbarê vê yekê de çavkaniyên nûçegihan, personelên tibê û yên din ên ewledar qala 12 êrîşan dikin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, diyar kir ku rapora di derbarê Helebê de gor analîzên şahid, vîdeo, wêne û parvekirirnên înternetê hatiye amadekirin. HRW, ragihand ku van hemî agahiyan daye tesdîqkirin ku hêzên girêdayê rejîma Sûrî vê yekê kirine. Hat diyarkirin ku rejîma Sûrî di heyamên din de ciyên ku rejîmê bidest xistiye û wextekî di destê mixalifan de bû kiriye hedef. Hat ragihandin ku ji xeynî parqên zarokan nexweşxane, avahî û xanî dûçarê êrîşên rejîmê bûne.

Hêzên girêdayê artêşa Sûrî ya ku Ûris piştgirî didayê par di dawiya meha berfanbarê de di temamê Helebê de kontrolê bidest xistibûn. Di raporê de hat diyarkirin ku gelek însan piştî êrîşên klorî de nexweş ketine û ji nexweşiyên vereşan, ji destdayîna aqilê pirr gazindan dikin.

Ûris mecbûr ma ku tedbîr bistîne

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, diyar kir ku di pêvajoya bidestxistina Helebê de di derheqê beşdarbûna êrîşên gaza klorê ya Ûris de tu delîl nehatiye bidestxistin. Rêvebirê di NYyê de yê HRWê Louîs Charbonneau di civîna ça»emeniyê ya li New Yorkê de wiha diyar kir: “Em dizanin ku Ûris wek leşkerî nêzî rejîma Şamê ye. Ew mecbûr bûn ji bo ku gazên klorê nehatina bikaranîn tedbîr bistandibana.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir