• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
Li Yenî Zelandayê êrîşa nîjadperest li pîrekên Misliman hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di serî de li Ewrûpayê û bi tevahî li temamê welarên Xiristiyanan li dijî Mislimanan êrîş berdewam dikin. Mînaka vê ya herî dawî li Yenî Zelandayê pêk hat.

Komek pîrekên Misliman ên ku li bajaroka Huntlya Yenî Zelandayê dema ku ku ji seyahetê vedigeriyan  li rasta êrîşa pîreka 27 salî ya bi navê Megan Walton hatin.

 Mehpara Khana ku li rasta êrîşa nîjadperest hat ji hisaba xwe ya medyaya civakî di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Kî gotiye îslamofobî tuneye? Ev tişt kêliya din li Huntlyê qewimî. Ez hêj direalim.” Khana piştî ku vê yekê parve kir re bi hezaran kes bertek nîşanî êrîşî dan.

Di dîmenên ku ji teref Khan ve hatin parvekirin de tê dîtin ku pîreka bi navê Walton  digel haqeratên ku dike qotiyên eraqê jî davêje Khanê.

Waltona ku dibêje ‘Tu heqê tune ye ku tu li vê derê bî, ez li vê derê hatim dinyayê, ev welatê min e.’ û ji pîrekan dixwaze bila ji wê derê biçin.

Piştî ku pîrekên Misliman di derheqê Walton de gilîdar bûn re Walton hat binçavkirin. Walton di îfadeya ku da de sûcên ku di derheqê wê de tên gotin qebûl kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir