• DOLAR 32.525
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2422.632
  • ...
 "Azan îlana serhildana li dijî zalim û zordaran e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tekdal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir îsraîla sîyonîst ji roja ku hatiye damizrandin vir ve gelek wehşet û zilmên mezin kirine û pêşnûmeya qedexekirina azanê yek ji van wehşetan e.

“Ev yek ji Îslam û ji şîarên îslamê re îlana herbê ye”

Tekdal diyar kir di qonaxa ewil de azan qismen tê qedexekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek ji Îslam û ji şîarên îslamê re îlana herbê ye. Di ya rastiyê de rejîma sîyonîst a îşxalker bi vê yekê hesreta xaçperestan di nav xwe de dihewîne. Rejîma sîyonîst bi vê hesretê  li hember Îslamê herb îlan kiriye. Di ya rastiyê de ev rewş tenê bi îsraîl re pêwendîdar nîne. Nexasim di serî de Xerb û bi tevahî jî temamê dijminên Îslamê bi tevahî li dijî Îslamê herb îlan kirine û dest bi taarûzê kirine.”

“Azan danezana serhildana li dijî zalim û zordaran e”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku di rabirdûyê de jî li hinek welatan teşebûs hatiye kirin da ku azan bê qedexekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Hîndîstan û Tirkîstana Rojhilat a Çînê jî azan hat qedexekirin. Li Macarîstanê jî çêkirina mizgeftekê û xwendina azanê hat qedexekirin.  Digel vê yekê li Hollandayê di hilbijatinên 15ê Adarê de  li  dijî Îslamê mucadele alavê propagandayê ya partiyên radîkal û partiyên protestan bû. Me di dema xwe ya nêz de jî li Qibrisê dît. Me li Tirkiyê jî dît ku  zihniyeta CHPê ji ser medyaya civakî di derheqê azanê de tiştinan parve kiriye. Di salên 1932-1950an de li Tirkiyê azan hat qedexekirin ku ev yek jî nîşaneya îlankirina herba ya li dijî Îslamê bû.”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir azan qerîn û banga tewhîd û baweriya bi Xwedê ye û wiha got: “Azan li ser rûyê erdê danezana serhildana li dijî zalim û zordaran e. Ji ber vê yekê di serî de îsraîlê sîyonîst  û bi tevahî jî dijminên Îslamê a niha di nava tirs û endîşê de ne. Li gor vê telaş û tirsê îcraat û sepanan tetbîq dikin.”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir qedexekirina azanê ne îcraata ewil a îsraîlê sîyonîst e  û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ger ku li Fîlîstînê dengê azanê bê birîn ev yek dê ji bo ummetê bibe xusran û zilleteke mezin. Temamê birêveber û xelkên welatên Îslamê pêwîst e li dijî rejîma sîyonîst berteka xwe nîşan bide.”

Her weke tê zanîn berî vê du rojan li parlemantoya îsraîla sîyonîst qedexekirina azana şerîf hat  tesdîqkirin û pêşnûmaya ku hatiye qebûlkirin dê ji bo dengdayîna pêşî teqdîmê Knessetê bê kirin û dû re jî dê dîsa bê komîsyonê. Pêşnûma piştî ku sê caran li Knessetê hat qebûlkirin re dê bibe qanûn.

Li gor pêşnûmayê di navbera seat 23.00ê şevê û 07.00ê şeveqê de ji hoparloran xwendina azanê dê bê qedexekirin û di derheqê camiyên ku li gor qanûnê tevnegerin de heta hezar û 200 dolar ceza bê dayîn.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir