• DOLAR 32.602
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2497.565
  • ...
Ji bo Rojhilat û Rojhilata Başûr hişdariya berfê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrtiya Giştî ya Meteorolojiyê di daxuyaniya nivîskî ya ku weşand de diyar kir ku gor texmînên wan dê li Herêma Rojhilata Başûr û Xerba Behrareş pirr berf bibare. Ji ber vê yekê di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê ku gel di derbarê vê yekê de bi tedbîr bibe.

Di daxuyaniyê de diyar kir ku tê texmînkirin berfa ku dê li Herêma Rojhilata Başûr bibare dê ji nîvê şevê pê ve bandora xwe zêdetir bike û heta sibe êvarê li Colemêrg, Şernex, Bedlîs, başûra Wanê û rojhilata başûra Sêrtê bi tûndî û hinek ciyan dê pirr bibare.

Hat diyarkirin divê ku gel li hemberê vê barîna berfê ya ku tê texmînkirin bi dîqqet û tedbîr bibe da ku dema cemed çêdibe û dibe bager pirsgirêk çênebin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir