• DOLAR 32.57
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2429.3
  • ...
 "Divê em mîrasa şehîdan neqlî neslên dê werin bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bername li Pendîka Stenbolê li Navenda Çandê ya Yunus Emre hat tertîpkirin. Serokê HUDA PARê yê Stenbolê Erdal Elîbuyuk, Hasan Aydinê ji endamên damezrînerên HUDA PARê  û Birêveberê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmed Goktaş û gelek kesên din beşdarî bernamê bûn.

Hasan Aydinê ji endamên damezrînerên HUDA PARê   di bernamê de  axavtinek kir û destnîşan kir divê li mîrasa şehîdan xwedî bê derketin û  her wiha pêwîst e mîrasa şehîdan neqlî neslên dê werin bê kirin.

Piştî axavtina Hasan Aydin, Birêveberê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmed Goktaş jî axavtinek kir. Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de qala mucadeleya  Hesen el- Bennayê damezrînerê Îxwanûl Muslîmîn kir û wiha axivî: “ Piştî hilweşîna Osmanî fêkiyê herî mezin a vê ummetê Îxwanûl Muslîmîn e û damezrînerê wê jî Hesen el-Benna ye. Hesen el-Benna gelek tiştan hinî me û dinyayê kir. Piştî El-Benna gelek  Seyyîd Kutup, Abdulqadir Udeh şehîd bûn. Li kû derê dinyayê lebitandinek hebe miheqqeq tesîra rîsaleyên Hesen el-Benna, kitêbên Abdulqadîr Udeh û yên Seyyîd Kutub nexasim kitêba wî ‘Îşaretên di Rê de’ li ser wê heye. Li kû derê dinyayê cîhad hebe tesîra El-Benna, Seyyîd Kutup, Abdulqadir Udeh û tesîra şehîdên din li ser wan heye. Ev kesên min navên got tev rêber û rêzanên ummeta Îslamê bûn. Ev şehîd ne ji bo ku rêber bûn girîng in; ev şehîd ji ber ku ji ummet û ciwanan re cihê şehîdbûnê nîşandane girîng in. Wan hînî me kir ka li kû derê  bi Xweda re danûstandina can dikare bê kirin. Hz. Huseyîn jî hînî wan kir. Ji ber wê yekê divê em ji şehadeta kesên mezinên xwe haydar bin.”

Goktaş di dawiya axavtina xwe de qala şehadeta Şehîd Aytaç Baran û qala şehadeta Yasîn Boru hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmehê de ji teref PKKyiyan ve bi hovane hatin qetilkirin kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez  ê îro coşa şehadetê nedim we. Lewra bi qasî ku ez dibînim jixwe xortên ummetê ji bo şehadetê coş bûne.  Gelo tu kes dikare bibêje Şehîd Yasîn belesebeb çû, ew ne şehîd e? Naxêr, lewra em ew qas bi bawer in ku  dema hevalên Yasîn eydê pîroz dikirin ew  gotibû ku ‘ez ê goşt bibim mala wan kesên ku goşt neketiye malên wan.’  Dema ku hemû kes di eydê de bi tiştên cuda mijûl dibûn ev zarokên me bi vê niyetê û ji bo bicîanîna îbadeta qurbanê dabûn rê û zalimane hatin qetilkirin. Ilmê xeybê li ba Xweda ye, lê tiştên ku em jî wek zahirî dizanin hene. Em ji dil û can bawer dikin ku Yasîn û Aytaç çûne ba Xwedê. Em bawer dikin ew kesên ku me navên wan li vê derê jimart tev şehîd in.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir