• DOLAR 32.548
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2431.536
  • ...
Çandin-UFE di meha çileya paşîn de ji sedî 9 zêde bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Îstatîstîka Tirkiyê (TUÎK) Endeksa Bihayê Berhemdêrên Mehsûlên Çandinê (Çandin-TUFE) ya di meha çileya paşîn a sala 2017an eşkere kir.

Çandin-TUFE, di meha çileya paşîn de gor meha berê ji sedî 9,51 û gor meha berfanbara sala 2016an ji sedî 9,51; gor heman meha sala berê ji sedî 7,36 û gor nîvekirina 12 mehan ji sedî 2,86 zêde bûye.

Gor meha berê guhertin di madeyên çandin û nêçîrbantiyê de ji sedan 9,18; madeyên daristanî de ji sedî 8,25 û masîgiriyê de ji sedî 22,41 zêdebûyîn çêbû. Di komên eslî de guhertina gor mehekî berê; di nadeyên giyahî yên yek salê ji sedî 17,74; di madeyên giyahî yên pirsalî ji sedî 3,10 û di heywanên zindî û madeyên heywanî de ji sedî 0,21 zêdebûyîn çêbû.

Sebze gor meha berê ji sedî 36,77 zêde bû

Ji komên çandinê yên wekê çeltûkê ji sedî 6,47; fêkiyên qalikên wan heşk û fêkiyên dar û deviyan ji sedî 4,53 zêde bû. Lê heywanên heywanên pînikê yên zindî û hêk ji sedî 8,61 kêm bû. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir