• DOLAR 32.372
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.51
  • ...
"Pêwîst e malên terkkirîyên ku bûne hêlîna tiryakkêşan bên xerakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her roja ku derbas dibe li taxa Îslambeya Hezoya Êlihê malên terkkirî dibin hêlîna kesên ku bi tiryakê emel dikin ku ev yek jî nîştecihên taxên diltirs dike.

M. Yusuf Erdoganê ji nîştecihên taxê di debrarê mijarê de destnîşan kir ew di wextên êvarî de digel malbata xwe newêrin ji taxa ku malên terkkirî bûne wek wargehên tiryakkêşan derbas bibin. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li kû derê esrarkêşek û yekî nebaş hebe tên vê derê. Zarok û pîrekên ku ji vê derê derbas dibin bi rîsk û tehlûkê re rû bi rû dimînin. Li vê derê him hilweşîna xaniyan û him jî  tacîzkirina pîrekan heye. Ev avahiyên terkkirî sedema gelek probleman e. Em newêrin zarokên xwe berdin derve. Em ji rayedaran dixwazin bila demildest dest bavêjin vê meselê. Em ji vê rewşê aciz in.”

 “Xwendevanên ku ji vê derê derbas dibin tên tacîzkirin”

Hîkmet Gezgîn jî di debrarê mijarê de destnîşan kir tiryakkêş xwendevanên ku ji vê derê derbas dibin tacîz dikin. Gezgîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev der bûye hêlîna tiryakkêşan. Li vê derê esrar û baliyê dikşînin. Xwendevanên ku ji vê derê derbas dibin ji teref van kesan ve  tên tacîzkirin. Ji ber vê sedemê min jina xwe ji malê şand. Li vê derê malek hebû ji tirsan vê derê terikand. Ev xanî tev hildiweşin. Me vê yekê ji rayedaran re got, lê tu kes bi meselê eleqedar nebû. Em teleb dikin bila ev malên terikandî bên xerakirin. Em wargeheke ku mirov karibe lê bijî dixwazin. Bila dewlet dest bavêje vî karî.”

Abdullha Tîlkî jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew dixwazin ev malên terkkirî û lê esrar tê emlekirin bên xerakirin, lewra ew êvaran newêrin ji vê derê derbas bibin û kesên tiryakkêş esrarê didin ji her kesê ku derbas dibe re.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir