• DOLAR 32.492
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2496.438
  • ...
Yahya Sînvar bû lîderê nû yê Hamasê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Yahya es-Sînvarê ku  damezrînerê Tugayên Îzzeddîn el-Qassam e, bû lîderê nû yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî ya Xezzê.

Berî niha ji teref îsraîlê sîyonîst ve ji Yahya es-Sînvar re 4 caran cezaya hepsa muebbet hat dayîn û Sînvar 20 salan di girtîgehê de hat girtin. Sînvarê ku 20 salan di girtîgehê de me di teqasa êsîran a sala 2011an de hat berdan.

Es-Sînvarê 55 salî  li qampa multeciyan a li Xan Yûnisê hat dinyayê û Tugayên Îzzeddîn el-Qassam damizrand.

Koma ku ji teref Es-Sînvar ve hat damizrandin ji sala 1990an pê ve li dijî îsraîla sîyonîst çalakî  da destpêkirin û ji Xezzê li ser îsraîla sîyonîst de bi hezaran roket firand. Di sala 2015an de DYA Sînvar daxilî ‘lîsteya reş’ kir.

 Tê diyarkirin Haniyeyê ku cihê xwe ji Es-Sînvar re berde ew ê di şûna Xalid Meşal de bibe şefê buroya siyasî yê Hamasê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir