• DOLAR 32.342
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2322.298
  • ...
Pêwîst ku xort li hember tehlûkeya 14ê Sibatê hişyar bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê mijarê de Do. Dr. Vecîhî Sonmez  destnîşan kir di Îslamê de di navbera hevseran de hêmanên ku muhabbetê zêde dikin hene û wiha diyar kir: “Pêwîst e Misliman riayetî pergala kapîtalîst nekin.”

Doç. Dr. Vecîhî Sonmezê ku Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî û Serokê Makezanîsta Kelamê yê Fakulteya Îlahiyatê yê Zanîngeha Yuzunciyila Wanê ye di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Sonmez di nirxandina ku kir de destnîşan kir  hêzên kapîtalîst desteka medyayê distînin û berê xortên Misliman didin tiştên nebaş û kirêt.

“Ev roj ji teref dêra Katolîk ve hatiye ferzkirin”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Mislimanên ku ji Qur’an û sunnetê dûr dikevin berê xwe didin çandên cuda û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî jî îro sîyonîzm toreke wiha li ser Mislimanan daniye û wanan wisa dorpêç kiriye ku Misliman him ji Qur’anê û him jî ji sunnetê dûr ketine. Ew roja ku wek ‘14ê Sibatê Roja Evîndaran’ hatiye derxistin û wek rojeke ji rêzê hatiye nîşanndan di ya rastiyê de ne rojeke ji rêzê û ne rewşeke normal e. Dema ku em li dîrokê binêrin em ê bibînin ku ev roj ji teref dêra Katolîk ve hatiye ferzkirin.”

 “Misliman li gor çi çi tiştî pîroz dikin?”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li gor Îslamê di neqaba hevseran de hêmanên ku muhabbetê zêde dikin hene û divê Misliman xwe li ber tiştên ku pergala kapîtalîst anîne ve bernedin. Sonmez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Haya Misliman jê tuneye ku  ew çi li çi tiştî pîroz dikin. Halbûkî di Qur’anê de hêmanên ku di navbera hevseran de muhabbetê zêde dikin hene.  Diviyabû em tabie van esas û ruknan bûbana; lê belê xortan li gor tiştên ku pergala kapîtalîst li wan ferz dike û di nava wan de her cûr heram û rezîltî heye didine hereketkirin. Bi heman awayî ji teref medyayê ve teşwîq tên kirin da ku ev yek di nava alema Îslamê de belav bibe.”

“Divê xort hişyar bin”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de pend û şîretan li xortan kir da ku li hember van tiştan haya xwe ji wan bikin û wiha pê de çû: “ Divê xort li ser eslê xwe bin û divê bi eşq û evînê neyên xepandin; bi heman awayî divê xort li pey wan rojên ku di nav de qet muhabbet tuneye de neçin. Lewra muhabbet  û evîna ku dînê me ji me re teqdîm dike heye. Resûlê Xwedê dibêje ‘Ew kesê ku ji xanima xwe re bixêr e bixêrtirînê we ye.’ Resûlullah vê yekê bi rojekê sînor nake, li temamê umrê belav dike. Heta vê yekê heta axretê dirêj dike. Resûlullah xeber dide me ku ev muhabbeta di neqaba hevseran de dê tesîra xwe li axretê jî nîşan bide.”

Sonmez di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji bo xort nekevin van hîle û fendê kapîtalîst û sîyonîstan divê xort hev dû hişyar bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di holê de evîn û muhabbeteke wisa gerdûnî heye. Digel vê yekê ji rezîltiyên xirîstiyan, sîyonîzm û hêzên kapîtalîst re rîayetkirin xelet û çewt e. Di vî warî de erkeke mezin para medyayê ye. Her wiha divê Misliman jî hev dû hişyar û îqaz bikin û vê yekê ji xwe re wek erkê bizanibin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir