• DOLAR 32.563
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2423.749
  • ...
 "Ez li benda îadekirina wezîfê bûm lê min ji wezîfê îxrackirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mamosteyê bi navê Ahmet Genç ê ku li Dîlokê mamostetiyê dikir di bergeha lêpirsîna FETO de ji wezîfê hat îxrackirin. Mamoste Ahmet di derbarê mijarê de destnîşan kir  digel ku tu têkiliya wî bi rêxistina FETO re nîne wî ji wezîfê girtine û mexdûrkirine, mamoste her wiha bang li rayedaran kir da ku mexdûriyeta wî bê çareserkirin.

Genç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hêj ji biçûkayiya xwe ve di nava xebatên Îslamî de ye û bi tu wechê têkiliya wî bi FETO re tuneye. Genç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min nêzî 30 salan bi şikleke çalak di nava xizmetên Îslamî de cî girt. Ew însanên ku ev bi salan ez bi wan re hevaltî dikim di 15ê Tîrmehê de li dijî darbê têdikoşin. Pêwîst e qedr ji şahidiya van re bê dayîn. Ez mexdûr im. Ger ku bi şikleke ciddî li ser vê meselê bê sekinîn  û lêkolînên teknîkî bên kirin ez bawer dikim ku ew ê mesele zelal bibe.”

Genç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew wek dildarekî îmam xatîban hêvî dike ku vegere serê karê xwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min wek endamê FETO ji wezîfê dûr xistin ku ez vê yekê fehm nakim. Ez hêvî dikim ku ev xeletî bê çareserkirin û ez dîsa vegerim nav wan xwendevanên xwe yên îmam xatîbê. Ez dixwazim bila kesên rayedar û merciyên qerardayînê rewşa min cardin ji ber çavan derbas bike û hewl pêwîst nîşan bidin.”

 “Berî ku sûc derkeve holê dayîna hikmê zirarê dide edaletê”

Genç di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir hêj jê re di derheqê ji wezîfê îxrackirina wî de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me qerara îxracê ji lîsteya ku weşandin hîn bû. Berî niha jî wek ferdî me bi nivîske şibhe me ji wezîfê dûrxistin.Lê dema ku me îxrac kirin daxuyaniyek ji em re nehat kirin.  Di çi mijarî de mişkîle hebe em dixwazin bi şikleke hesas bê lêkolînkirin  û bi şiklekek eseh bê eşkerekirin. Teleba lêkolîna sûca ku tê îsnadkirin heqê herî xwezayî ya kesê ku hatiye mexdûrkirin e. Berî ku sûc derkeve holê dayîna hikmê zirarê dide edaletê. Ez dixwazim mexdûriyeta min bê çareserkirin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir