Li Banqeya Navendî û KÎKê operasyona 'ByLock'ê
Bi hinceta ku li Banqeya Navendî û li Saziya Îhaleya Qamûyê 'ByLock' hatiye bikaranîn 46 kes hatin binçavkirin.
Di operasyona FETO ya ku li Banqeya Navendî û li Saziya Îhaleya Qamûyê hat kirin de 46 kesên ku tê îddîakirin ‘ByLock’ê bi kar anîne hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ji 46 kesên ku hatine binçavkirin 36 kes personelê Banqeya Navendî û 10 kes jî personelê KÎKê ne.(ÎLKHA)