Ewrûpaya ku lê faşîzm ji nû ve zêde dibe vedigere salên 1930an
Barbara Spînellîya endamê Parlementoya Ewrpayê ya Îtalyayêdestnîşan kir li Ewrûpaya faşîzm ji nû ve zêde dibe û vedigere salên 1930an.
Barbara Spînellîya endamê Parlementoya Ewrpayê ya Îtalyayê Yekîtiya Ewrûpayê wek ‘dîktatoriya xerabûyî’ , ‘birêveberiya olîgarşîk a neserkeftî’ wesfand û bingeha YEyê rexne kir.
Barbara Spînellîya endamê PEyê ya Îtalyayê helwesta lihevneker a Serokê Komîsyona Ewrûpayê Jean Claude Juncker rexne kir û destnîşan kir li Ewrûpaya faşîzm ji nû ve zêde dibe û Ewrûpa vedigere salên 1930an.
Spînellî di berdewama daxuyaniya xwe de bang li komîsyona Ewrûpayê kir da ku projeyên mayî tev ji ber çavan bên derbaskirin da ku ‘kêmasiyên xeraker’ bên serarestkirin, dû re jî destnîşan kir Bruksel bi qerarên nehisabkirî popularîteya xwe winda dike.
Daxuyaniyên tund ên Spînellî ji hêla dahatûya YEyê û ji bo beriya Brexîstê diyarkirina rewşan wek reqabetekî tê dîtin.
Encax wezîrên karên derve yên Elmanya û Fransayê diyar kirin çareseriya qrîza polîtîk û ekonomîya qitayê tenê bi fedarîlîzm û Ewrûpaya yekgirtî mimkun e. Wezîrên karên derve yên Elmanya û Fransayê bi van daxuyaniyên xwe vizyoneke hevpar a di halê reqabetê de nîşan dan.
Spînellî di hevpeyvîna ku da de destnîşan kir Bruksel hatiye xala hilweşînê û gelek polîtîkavanên Ewrûpayî nikarin mudaxeleyî rewşa heye bike. Spînellî, artêşa burokratan a Serokê Komîsyona YEyê sûcdar kir û destnîşan kir di warê mewzuatê de bi zanebûn tevlîhevî tê derxistin.
Spînellî her wiha di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ew israra fikrasabît a ku ji bo ûsula sazimanî ya li YEyê ye, tenê di warê têrbûnê de kêm nema bi heman awayî ji ber vê yekê em gihaştin asta şikestinê. Bruksel ji dêla ku li tevahiya Ewrûpayê bi sed milyon însan eleqedar bibe, berjewendiya zumreyên biçûk û komên bijartî temsîl dike. Înkarkirina rastiyê ji kêmasiyên me yên xeraker e û kêmasiyek e. Rastî tenê dema ku bi navê populîst hat binavkirin ji holê ranebe. Ger ku em naxwazin salên 1930an were divê em ji xala ku lê rastî belav bûye dest pê bikin.”
Piştî pêvajoya veqetîna Îngîltere ya ji NEyê nîqaşên ku dest pê kirin, pêşveçûna partiyên xwediyê gotinên faşîst, qeyrana îqtîsadî û hemanên wisa nîşan didin ku nîqaşên tundtir û zêdetir dê bi qewimin.(ÎLKHA)