Li Êlihê PKKyiyek hat girtin
Hat ragihandin kesekî ku li Êlihê beşdarî fealiyetên çekdar a PKK û YPGê bûye hat girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di operasyonên ku hatin kirin de kesêkî bi navê kod A.K. yê ku hat tetpîtkirin li Bidlîs û Kobaniyê tevlî fealiyetên PKK û YPGê bûye di 6 sibatê de hat binçavkirin.
Hat ragihandin A.K.yê ku hatibû binçavkirin di 8ê Sibatê de ji teref mehkemê ve hat girtin.(ÎLKHA)