Yildirim bi Pence reaxivî
Serokwezîr Yildirim, digel Alîkarê Serokê DYEyê Pence bi telefonê axivî.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokwezîrtiyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin Serokwezîr Bînalî Yildrim û Alîkarê Serokê DYEyê Mîchael Pence di hevdîtina li ser têlefonê de di serî de mijara eskerî, têkoşîna dijî terorê û di derheqê ewlehiyê de ji bo xurtkirina hevkariya dualî mutabiq man.
Di daxuyaniyê de di derbarê hevdîtinê de her wiha hat destnîşankirin Alîkarê Serokê DYEyê Pence ji bo têkiliyên navbera Tirkiye û DYEyê de îfadeya "rojeke nû" bikaranî.(ÎLKHA)