• DOLAR 32.379
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.646
  • ...
 "Divê em dev ji îxtîlafên sûnî berdin û li dora Qudsê bicivin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di daxuyaniya ku da de  ji êrîşa ku hatiye kirin re bertek nîşan da û welatên Îslamî yên ku li hember êrîşa ku hatiye kirin berteka pêwîst nîşan nadin rexne kir û wiha got ‘Divê êdî em dev ji îxtîlafên sunî berdin û li dora Qudsê bicivin.Ev yek bûye elzem.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  birêveberiya sîyonîst ji roja ku Trump ji DYEyê re wek serok hatiye hilbijartin ve  ji wan daxuyaniyên wî yên di derheqê Fîlîstîn û Qudsê de daye cesaretê distîne. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sîyonîstên îşxalker malên Mislimanên Filîstînî xera dike û di şûna wan de her roj ji bo sîyonîstên îşxalker avahiyên nû ava dike. Bi van xebatên şeytanî tê xwestin ku dawî li hebûna Mislimanên li Filîstînê bê anîn û li hember vê yekê mixabin alema Îslamê  tenê bi gotinê rewşê şermezar dikin û hewil didin xwe ji vê mesûliyetê bişon.  Alema Îslamê ji bilî vê yekê tu tiştî nake.”

 “Ew gotinên bêtalîh ên ku ji teref Nabî Avci ve di derbarê êrîşan de hatine gotin bi tu awayî ne ciddî ne”

Yapicioglu di  berdewama axavtina xwe de wan gotinên Wezareta Çandê Nabî Avci yên  di dema  ku li Telavîvê bû û  êrîş dihatin kirin gotibû rexne kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wan rojên borî de ew têkiliyên ku diviyabû ji binî hatibe qutkirin berdewam kirin û  di bin navê normelbûnê de ji teref Wezîrê Çandê Nabî Avci ve ziyareteke fermî li îsraîl hat kirin.  Dema ku Wezîrê Çandê Nabî Avci li Telavîvê bû  li parlementoya sîyonîsta îşxalker qerara dest dayîna li ser axên Filîstînê da. Ji rexê din vê sîyonîstê îşxalker ji erdê û hewayê Xezzê da ber bombeyan ku bi vê helwesta xwe nîşanî me da ‘ew ê normalbûna têkiliyên bi welatên Îslamî’ re  çawa bi kar bînin. Ziyareta fermî bi serê xwe mişkîleyek ciddî ye, ev ne bes bû di ser de jî  Nabî Avci li wê derê di derheqê êrîşan de çend gotin got ku tu eleqeya wan gotinên bêtalîh bi ciddîyetê re tuneye.”

 “Bêdengmayîna welatên Îslamî nîşan dide ku ew ê êrîşên siyonîstan zêdetir bibin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  heta ku welatên Îslamî bi hev bilebikin û êrîşên ku tên kirin tenê şermezar bikin ev helwesta kustex  û bêperwa ya şebekeya terorê berdewam bike. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di serî de li hember êrîşan bêdengmayîna Tirkiyê û welatên Îslamî  û ji hêla siyasî, eskerî û tîcarî ve bersiv nedayîn, eşkere dike ku ew ê êrîşên sîyonîstan zêdetir bibin. Li hember tehlûkeya ku nêzîk dibe divê êdî  welatên Îslamî dev ji îxtîlafên sunî berdin û li dora Qudsê bicivin.Ev yek bûye elzem.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir