• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bi hesreta lawê xwe ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cenazeya Mehmet Emîn SabaZ piştî karên otopsiyê anîn Êlihê. Piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta  Asiya Ana hat kirin re Sabaz digel selewatan ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin.

Malbata Sabaz û hezkiriyên wî û her wiha endam û dildarên HUDA PARê beşdarî merasîma cinazê bûn. Emîn Sabazê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Dyê ya Diyarbekirê de tê girtin nehiştin ku beşdarî definkirina cenazeya bavê xwe bibe.

Piştî karên definkirinê Huseyîn Sabaz di derbarê wefata bavê xwe de destnîşan kir kekê wî negihaştiye beşdarî merasîma definkirina bavê xwe bibe, qet nebe bila karibe beşdarî şîna bavê xwe bibe.

Sabaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bavekî din bi hesreta lawê xwe yê Yusufî wefat kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bavê min herî dawî di 2014an de kekê min dîtibû. Bavê min bi hesreta lawê xwe rehmet kir.  An mehkûmên nexweş ji mirinê re tên terkkirin an jî naskiriyên wan ên li derve bi hesreta wan wefat dikin. Kekê min xwest ku beşdarî definkirina cenazê bibe lê îdareya girtîgehê destûr neda. Diya me jî nexweş e û nikare biçe ziyareta lawê xwe. Bavê min ji ber nexweşiyaxwe  di 16 salan encax 4-5 caran kekê min dît. Xweda heqê me ji wan kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb re nehêle. Derket holê ku mahkûmên xwediyê nasnameya Îslamî bi komplo û kumpasan hatine girtin. Em dixwazin Misliman an werin berdan an jî ji nû ve bên darizandin. Eşkere ye ku ew bêsûc in. Em dixwazin diya min hêj sax e bila lawê xwe bibîne.”

Hat hînbûn taziyê li Taxa Ramanê li Mala Şînê ya Mizgefta Ramanê bên qebûlkirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir