Bêyî dîtina lawê xwe yê Yusufî koçî diyara beqayê kir
Diya Suat Çetînê ku ev 16 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtinbi hesreta lawê xwe yê Yusufî koçî diyara beqayê kir.
Suat Çetîn berî 16 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin. Remziye Çetîna(62) salî ya ku diya Suat Çetîniyê ev bû heftiyek ji ber ku xwîn herikîbû ser mêjiya wê li nexweşxanê dihat tedawîkirin ku doh êvarê ji ber qrîza qelb bi hesreta lawê xwe yê Yusufî koçî diyara beqayê kir.
Hat hînbûn ji bo Suat Çetîn karibe were taziya diya xwe serîlêdan hatiye kirin.
Hat ragihandin Remziye Çetîn doh êvarî hat definkirin û mala şînê li taxa Fatîha Bismilê hat vekirin û dê taziye li Mala Şînê ya Çawuşogluyê bên qebûlkirin.(ÎLKHA)