• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2306.74
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê ji penaberên li Karadaxê re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel qerara kirina alîkariyê ya ku wan rojên borî ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve ji bo êtîm û penaberên li Karadax û Sirbîstanê dijîn re heyetek hatibû damizrandin da ku ji êtîm û penaberan alîkarî bê kirin. Piştî damizrandina heyeta alîkariyê ya Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li bajaroka Gusînyeya girêdayê bajêra Plava Karadaxê ji 140 malbatên ku ev 25 sal e di bin şert û mercên giran û zor de di qampa penaberan de dimînin re alîkarî kir.

Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ev penaberên ku ew ji wan re alîkarî kirine ji ber ku nikarin vegerin welatê xwe û ji ber ku li vê derê jî nikarin bibin welatî di nava zehmetî û tehdayiyê de dijîn.

Li gor danayên ku ji Komîsertiya Bilind a Penaberan a NYyê hatine wergirtin   ji ber şerên ku di navbera salên 1992-1994an de qewimîne  16 hezar kes ji welatên derdorê xwe spartin Karadaxê. Her wiha ji ber şeran ji Rojavaya Balkanan 73 hezar û 500 kes cihê xwe terikandin û bûn penaber. Ji van 73 hezar û 500 kesên ku  cihê xwe terikandine 45 hezar kes li Sirbîstanê, 14 hezar kes li Bosna Hersekê, 8 hezar û 500 kes li Hirvatîstan  û nêzî 6 hezar penaber jî hê jî Karadaxê dijîn.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir