• DOLAR 32.542
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2423.738
  • ...
35 salên ku bi tamîra pêlavan derbas bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tokdemîr di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji 16 saliya xwe vir ve vî karî dike û weke berê eleqe ji vî karî re nayê nîşandan, ew encax debara xwe bi mişteriyên ku ji gundan tên bajêr dikare bike.

Tokdemîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir însan ji bo zarokên wan hînî hûnerê bibin nayênin ba wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bavê 10 zarokan im. Yek ji wan ceyranê wî girt û mir. Ev 35 sal e ku ez vî karî dikim. Min 9 zarokên xwe bi vî karî mezin kir, wan da xwendin û 6ê wan jî bi debara vî karî zewicand. Hemd ji Xweda re tu mişkîleyê me jî nîne.”

 “Berê mekîne tunebû û kar zêde bû”

Tokdemîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew di navbera 1977-1978an de bi wesîleya kesekî ku karê tamîra pêlavan dike dest bi vî karî kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku min dest bi vî karî kir temana min nêzî 20 salî bû. Çend salan ez şixulîm û çûm eskeriyê. Piştî ku ez ji eskeriyê vegeriyam min dîsa dest bi kar kir. Wê demê wisa mekîne tunebûn , em bi destan dixebitîn. Derzî, ta, mîx û tevşo hebû. Tiştekî din tunebû. A niha şert û merc baştir in lê di netîcê de kar tuneye. Îro zilamek pêlava xwe nayêne vê derê û bi 15 lîreyan nade tamîrkirin.  Wê demê millet ji gund dihatin û îş hebû. Mekîne tunebû lê kar zêde bû. Niha hemû tişt baş e lê em heta êvarê betal rûdinin.”

 “Em a niha zor bela kirêya xwe didin”

Tokdemîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir însan şerm dikin li nava bajêr bi pêlavên tamirkirî bigerin û ev yek jî dibe sedem ku însan îsrafê bikin. Tokdemîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku min hê nû dest pê kir karê min pir baş bû. Li gor perê wê demê rojê 100 mark dihat ber destê min. Me karibî ji xwe re pere berhev bikin. Lê a niha em bi bela zorê kirê xwe didin. A niha şert û merc giran bûne.  Berê yekî pêlavek bi 20-30 lîreyan distand  û 2 sezonan li xwe dikir. Lê a niha  ev tişt tuneye. Însan îsrafê dikin û ev yek felaket e.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir