• DOLAR 32.534
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2492.129
  • ...
"Em êdî dixwazin ku pirsgirêkên me werin dîtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên navçeya Hîlwana Rihayê destnîşan kirin ku di projeyê de xaçerê heye lê nehatiye sazkirin. Ji ber vê yekê di wê mintiqa ku divê xaçerê were sazkirin de mexdûr dibin. Ji ber vê yekê wan destnîşan kirin pêwîst e ev xaçerê were sazkirin.

Mixtarê Taxa Yenî ya navçeya Hîlwanê Mahmut Duşen di derbarê mijarê de axivî. Duşen diyar kir ku wan ji bo vê yekê serîlêdan kirine lê tu kes bi vê serîlêdanê re eleqeder nebûye.

“Em mecbûr dimînin rêya 50 metreyî wek 400 metre dimeşin”

Duşen wiha diyar kir: “Vira rêyekî navneteweyî ye. Her wiha rê di nav Taxa Yenî de derbas dibe. Me vê pirsgirêkê çendîn bar ji rêvebiran re diyar kir. Ji ber ku ev rêyekî navneteweyî ye ez bixwe çûm Midûrtiya Herêma 9 emîn a Rêbejan. Min bi rêvebiran re hevdîtin kir. Lê rastî bi mijarê re eleqeder nabin. Em ji rêvebiran dixwazin ku demildest ev rê were vekirin. Em mecbûr dimînin rêya 50 metreyî wek 400 metre dimeşin.”

“Ev bes pirsgirêka Taxa Yenî nîne, pirsgirêka navçeyê ye”

Hasan Kiliçê ku esnaf e diyar kir ji ber ku xaçerê tune ew mexdûr dibin. Dûvre Kiliç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Him wek esnaf û him jî nişteciyên Taxa Yenî em jî zehmetî dikêşin. Ji xwe li Tirkiyê bi bûyerên ku qewimîn re esnaf nekarî êdî sifteh bike. Dikanên xwe bi vê şiklê digire. Li vir di projeya avadaniyê ya fermî de xaçerê heye. Lê nehatiye sazkirin. Heke zarok û kal û pîrên me piştî ku rêyekî dirêj dimeşin û dûvre dizivirin ev eyba Tirkiyê ye. Wekê ku li Sûrî sînor hatine xêzkirin li Taxa Yenî jî sînor haptine xêzkirin. Heke ji bo çareseriya vê yekê divê ku şaredarî û rêbej vê yekê saz bikin bila bikin. Ev bes pirsgirêka Taxa Yenî nîne, pirsgirêka navçeyê ye.”

“Em êdî dixwazin ku pirsgirêkên me werin dîtin”

Haşîm Fîdan wiha diyar kir: “Wek nişteciyên taxê em ji bo ku ev neheqî were ziman li vir civiyan. Wek tax niha em bûne du beş. Pêwîst bû ku li wir bibûya xaçerê. Lê rêbej têl daniye li vir û taxê kiriye du beş. Hinek esnaf li vê aliyê ne û hinek jî aliyê din. Em pirr zehmetî dikêşin. Em êdî dixwazin ku pirsgirêkên me werin dîtin.”          

Ji esnafan Huseyîn Atmak diyar kir heke wiha bidome dê ew dikana xwe asê bike. Dûvre Atmak wiha diyar kir: “Dikana me li aliyê rê ya din e. Li vir dermanxane, berber, manav hene. Ji ber ku xaçerê tune mirov nikare derbasê aliyê din bibe. Ji bo ku mirov derbasê aliyê din bibe divê ku 500 mêtre rê biçe. Karê me berê hinek baş bû. Lê piştî ku ev têl hatin sazkirin karê me jî sekinî. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir