Li Mêrdînê 60 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin
Diserdegirtinên ku li Mêrdînê hatin kirin de 60 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji bo pêşiya qeçaxçitiyê bê girtin li bajêr çend wesayît hatin taqîbkirin. Di encama taqîbên ku hatin kirin de di wesayîtan de 60 hezar paket cixareyên qeçax û 65 telefon hatin bidestxistin.
Hat diyarkirin di derheqê 3 kesên ku di serdegirtinan de hatin binçavkirin de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)